Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Şirnexê derkarê hezaza kanayê ya di 17yê Çiriya Pêşiyê de daxuyaniyek belav kir ku di hezazê de 7 karker miribûn. Walîtiyê got ku 19 kes hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya di malpera fermî ya Walîtiyê de hatiye belavkirin li hemberî karsazên kanayan operasyon hatiye lidarxistin û di encamê de 19 kes hatine desteserkirin ku hat îdiakirin alîkariya darayî didin PKK/KCKyê:
Li gorî vê daxuyaniyê tîmên bi ser Fermandariya Cendermeyan a Şirnexê û yên Serokatiya Beşê Têkoşîna li Dijî Kaçaqçîtiyê yên Fermandariya Giştî ya Cendermayan 25ê Çiriya Pêşiyê saet piştî 06.00ê li navenda Şirnexê û navçeyên Cizîr, Silopya û Qilabanê operasyon li dar xistine. Operasyon di çarçoveya ‘Muxalefet a li hemberî Qanûna derbarê Pêşîlêgirtina Fînansmana Terorê’ de hatiye kirin û li hemberî wan kesên ku hatiye tespîtkirin bi rêyên bêdestûr komirê derdixin û alîkariya darayî didin PKK/KCKyê.
Îrmez: Berpirsê kuştinan Walîtiya Şirnexê ye
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Aycan Îrmezê duh (24ê Çiriya Pêşiyê) di Cıvata Giştî ya Parlamentoyê de li ser mirinên di kanayên Şirneşê de pêk tên axivî bû û gotibu ku berpirsê mirinan Walîtiya Şirnexê ye.
4 saziyên sivîl daxuyaniya hevbeş da
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran ên Tirkiyeyê (TMMOB) û Yekîtiya Tabîpên Tirkan (TTB) îro li ciyê hezazê daxuyaniyek hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Midûriyeta Giştî ya Kargehên Madenê bi raporekê gotiye qada navborî “bixeter e” û ev rapor şandiye Midûriyeta Giştî ya Kargehên Komirê ya Tirkiyeyê û Walîtiya Şirnexê.
Çi bûbû?
Di 17yê Çiriya Pêşiyê de li Şirnexê di kanayeke komirê ya bêdestûr a taybet de hezaz pêk hat. Di encamê de 7 karker mirin. Karkerek bi giranî birîndar bû. Li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê Siddik Kabak karkerê ku bi giranî birîndar bûbû di 17 saliya xwe de li kanayê dest bi kar kiribû.
Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiribû û gotibû:
“Xebatên wê qada kanayê ku qeza li wir pêk hatiye, ji ber rîska ewlekariya kar û karkirinê, ji hêla Midûriyeta Giştî ya Karê Madenan (MİGEM) di sala 2013yê de hatiye sekinandin. Destûra karkirinê ya vê qadê nîne. Karê ku dihat kirin karekî bêdestûr bû.”
Dozgeriyê derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin û di 18yê Çiriya Pêşiyê de yek jê xwediyê fîrmayê 3 kes hatibûn desteserkirin. Lê 20yê Çiriya Pêşiyê her sê kes jî bi şertê kontrola edlî serbest mabûn. (TP/FD)