Li Şirnexê 15 kes hatine girtin
Li Cizîrê ji 18 kesên ku di encama serdegirtinên malan de hatibûn desteserkirin 15 jê li ser îfadeyên "şahidê nepen” hatine girtin.
![Li Şirnexê 15 kes hatine girtin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/250/original/gözaltımanşet_(3).jpeg)
Di 9ê Hezîranê de polîsan li taxên Cûdî û Nûrê yên navçeya Cizîra Şirnexê bi ser gelek malan de girtibûn û 18 kes desteser kiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji 18 kesên ku îfadeyê wan duh li dozgeriyê hatine girtin Abîdîn Kuçuk, Halîme Sabar û keseke ku navê wî nehatiye zanîn bi şertê kontrola edlî serbest bûne. Rêveberê DBPa Cizîrê Remzî Dadak û welatiyên bi navên Îbrahîm Şahna, Nasir Şahna, Bezrîhan Dadak, Salih Bekiroglû, Sînan Dalmiş, Mehmet Çagdavul, Metîn Ecevît, Ridvan Şahna, Serkan Çagli, Rûken Acet, Melîke Duran, Muhlîs Dalmiş, Hasan Dadak û 2 kesên ku navên wan nehatine zanîn bi daxwaza girtinê şandine Dadgeriya Cezê û Aştiyê.
Her weha ji 18 kesî jê 15 kes li ser îfadeyên "şahide nepen” hatine girtin. (AY)