Li Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan hatine qedexekirin
Li Şirnexê 14 herêm heta 15 rojan wekî herêmên "ewlehiya taybet" hatine ragihandin.
![Li Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan hatine qedexekirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/912/original/000bb_(3).jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Şirnexê li ser malpera xwe ya fermî daxuyandiye ku li bajêr 14 herêm ji îro pê ve weke “Herêmên Ewlehiya Taybet a Demkî” hatine ragihandin.
Biryara qedexekirina herêman wê 28ê Îlonê de bi dawî bibe.
Herêmên hatine qedexekirin ev in:
Çiyayê Cudî, Devera Besta, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Çiyayê Zêrîne, Geliyê Bêtkar, herêma gundê Dol û Tenînê.
Walîtiyê gotiye ku wan ji bo “pêkanîna ewlehiyê, pêşigirtina li bûyerên tundkariyê û her bûyereke neyînî” herêmên navborî qedexe kiriye.
(AS/AY)