Walîtiya Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan weke “Herêmên ewlehiya taybet a demkî” ragihand û çûn û hatina wan herêman qedexe kir.
Walîtiyê 14 herêmên girêdayî navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê ji bo 15 rojan qedexe kir.
Walîtiya Şirnexê eşkere kir ku herêmên Çiyayê Cûdî, Besta, Çiyayê Kûrt, Kûreşîn, Girê Karaçali, Kela Memê, Newala Serîn, Girê 2088 Rk. herêma Kuçuk Sû, herêmên Çiyayê Gabar, çiyayên Kato Marûnis û Kato Jîrka, herêmên Dulê û Tenînê, di navbera 27ê Çiriya Paşiyê (ev roj jî di nav de) û 11ê Kanûna Pêşiyê (di nav de ye) de ji bo 15 rojan weke “Herêmên ewlehiya taybet a demkî” hatine ragihandin.
(AY)