Li Şirnexê 11 herêm weke “herêmên ewlehiyê” hatiye ragihandin û ji bo 15 rojan ji çûn û hatinê re qedexeye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Walîtiya Şirnexê 11 herêmên di nav sînorên Şirnex û navçeyên wê de ne ji bo 15 rojan bi awayekî demkî weke “herêmên ewlehiyê” ragihandiye.
Di daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hate dayîn de herêmên di nav sînorên navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê yên Çiyayê Cûdî, Besta, Çiyayê Kûrt, Kûreşîn, Kela Memê, Newala Serîn, Feraşîn, Çiyayên Kato Marûnis û Kato Jîrka, Dulê û Tenîn, di navbera 15 û 29ê Hezîranê de weke herêmên ewlehiyê yên demkî hatin ragihandin.(AY)