Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Şirnexê li bajarokê Sêgirk ê navçeya Qilabanê û li navçeya Qaxizman a Qersê di encama teqemeniyan de 4 leşker mirin. Li Bilîsê jî leşkerek mir.
Li Şirnexê du leşker mirin
Li Şirnexê li bajarokê Sêgirk ê navçeya Qilabanê di dema xebatên lêgerînê yên leşkeran de li gorî îdiayê teqemeniya ku PKKiyan berê bicî kiribûn teqandin.
Di encama teqînê de 2 leşker birîndar bûn û her du leşker bi helîkopteran rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Şirnexê ku li 23yemîn Fermandariya Tumen a Sînor a Cendermayan. Lê her du leşker jî mirin.
Li herêmê operasyoneke berfireh destpê kir.
Li navçeya Qilaban a Şirnexê di 21ê Nîsanê de saetên sibê 2, saetên êvarê jî leşkerek miribû.
Li Qersê jî 2 leşker mirin
Li navçeya Qaxizmanê ya Qersê di dema xebata lêgerînê ya leşkeran de teqemeniya ku berê hatibû bicî kirin, teqiya. Li gorî encamêp pêşîn çawişekî pispor mir û du leşker jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku leşker ji bo operasyona li hemberî PKKê ji Erzeromê diçûn Qersê. Operasyon berdewam dike.
Li Bilîsê leşkerek mir
Li herêma Daristanên Sehi yên Bilîsê di dema lêgerînê de teqîneke ku sedema wê nayê zanîn pêk hat û di encamê de leşkerek mir, du leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê û li herêmê operasyon berdewam dikin. (NV/FD)
Fotograf: AA/Arşîv