Di serdegirtinên malan ên li bajarokê Ereban a navçeya Hezexê ya Şirnexê de endama Meclisa Giştî ya Bajar a DEM Partiyê Muzeyyen Înan û 2 kesên navên wan nehatin zanîn hatin desteserkirin. Sedema desteserkirinan nehat zanîn û her 3 kes jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê duh di encama serdegirtinên malan ên li Şirnexê de 20 kes hatibûn desteserkirin. Navên hin kesên hatine binçavkirin ev in: “Zinar Elînç (17), Halîl Kizilcan, Omer Basan, Amed Sevîm, Kadrî Îrtegun, Salih Urgen, Hakki Belge û Nizar Akbaş.”
Bi desteserkirina 3 kesên dawî re hejmara desteserkiriyan li Şirnexê derket 23an.
Dêrsim û Amed
Di serê sibehê de li Dêrsimê bi ser gelek malan de hate girtin û welatiyên bi navên Çagdaş Kayaoglû, Mûrat Karaboga û Ridvan Gul hatin desteserkirin. Kesên hatin desteserkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê.
Di serdegirtinên malan ên îro yên li navçeya Farqînê ya Amedê de jî welatiyên bi navên Huseyîn Melîk, Eşref Gensur û Mehmet Can Evren hatin desteserkirin. Hat zanîn ku desteserkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.