Fotograf: Pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokwezîrê Singapûrê, Lee Hsien Loongî duh (21ê Tebaxê) di civîna banga gelî de axiviye û gotiye ku ew ê êdî li welêt zewaca di navbera mêran de qedexe nebe.
Li gorî daxuyaniya Loongî wê Xala 377Ayê ya Qanûna Cezayan betal bikin ku ji ber vê yaseyê zewaca di navbera mêran de qedexe bû. Ev yase di dema ku Mîrektiya Yekbûyî Sîngapûr dagir kiribû de hatibû çêkirin û hîna bicih dianîn.
Serokwezîr Loognî diyar kiriye ku “Civak, bi taybet jî ciwan bêhtir hevzayendan qebûl dikin” û betalkirina vê xalê “tişta herî rast e û ew bawer dike ku êdî gelek sîngapûrî wê vê rewşê qebûl bikin.”
Di zewacê de wê wekhevî pêk neyê
Lê li hêla din li gorî daxuyaniya Loongî betalkirina vê yaseyê wê di zewacê de wekheviyê pêk neyne.
Euronewsê di nûçeya xwe de diyar kiriye ku Serokwezîrê Sîngapûrê gotiye, digel wê xala 377Ayê rabe jî ew ê saziya zewacê biparêzin û piştgiriya wê bikin:
“Li gorî yaseyê li Sîngapûrê bi tenê zewaca di navbera jin û mêran de tê pejirandin. Hikûmet piştgiriyê dide wateya kevn a zewacê. Bi baweriya me divê zewac di navbera mêrekî û jinekê de be, zarok di nava van malbatan de xwedî bibin û malbata kevneşopiyê bingeha esasî y acivakê be.”
Nehatiye diyarkirin ku bê ka wê ev yase kengî betal bibe. Serokwezîr Loongî jî behsa dîrokeke diyar nekiriye. (SD/FD)