Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Silopyayê li dema zarokan dileyîst wan teqemeniyek dîtiye û ew tişt li wan teqiyaye, bi teqînê zarokek miriye û 3 birîndar bûne. Jiyana yek ji birîndaran di xeterê de ye.
Şeva dî 4 zarokên emrê wan di nêvbera 8 û 12ê de li ber Newala Celalî leyistîne, tiştekê wan li wê derê dîtî li wan teqiyaye.
Her çar zarokên birîndarbûyîn li Nexweşxaneya Siloyayê hatine dermankirin lê ji ber xerabiya rewşa Enes Erdemî, ew li nexweşxaneyê miriye.
Du zarok hêj li Nexweşxaneya Silopyayê têne dermankirin. Yek ji birîndaran ji ber ku rewşa wî xerab e ji bo Nexweşxaneya Cizîrê hatiye rêkirin û li wê derê têne dermankirin.
Ev ne cara pêşiyê ye
Li Navçeya Hezexê ya Şirnexê jî li 7ê Gulanê, zarokek 8 salî yê bi nave Muslum İlhan tiştek dîtiye li wî teqiyaye û miriye.
Li dema li Hezexê qedexeya derketina kolaneyan hebû keçeka bi nave Hidayet Tek jî miribû.(YY/MB)