Şeva derbasbûyî li Taxa Kaziwe ya bajarê Silêmaniya Herêma Federe ya Kurdistanê ji ber gaza xwezayî teqîneke mezin pêk hatiye û 3 avahî hilweşiyane. Xebatên lêgerînê yên li cihê bûyerê bi dawî bûne.
Li gorî nûçeya RojNewsê di encama teqînê de 15 kes mirine û 13 kes jî birîndar bûne. Her weha Wezareta Tenduristiyê ya herêmê jî heman zanyarî piştrast kiriye.
Duh bi şev li taxa Kazîweya bajarê Silêmaniyê di encama teqîna tankerek a gazê de 3 xanî ruxiyane. Di encamê de gelek kes di bin kavilan de mane.
Waliyê bajarê Silêmaniyê ragihandiye ku lêkolîn û lêgerîna qurbaniyan ji duh şev ve berdewam bûye ku ji beriya çend kêliyan bi dawî bûye û qurbanî ji bin kavilan hatine derxistin.
Dermanlirina birîndaran a li nexweşxaneyê didome û hinek welatiyên ku rewşa wan giran in jî li beşa nexweşiyên giran tên dermankirin.(AY)