Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li bejahiya gundê Osiyan ê bi ser navçeya Berwariyê şer derketiye û di encamê de leşkerek miriye.
Li devera gundê Osiyan yê bi ser navçeya Berweriya Sêrtê duh dema wesayîta leşkerî derbas dibe, teqînek pêk hatiye. Piştî teqînê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.
Di navbera leşker û PKKyiyan de şer qewimîye. Di encama şerî de çawîşê pispor Aydin Ceylan miriye.
Leşkerê ku miriye bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Sêrtê.
Hatiye ragihandin ku operasyon li herêmê berdewam dike.
(NT/AY)