Leşkeran li herêma Herekolê ya navçeya Berwariyê bi ser Zozana Çemêkarê de girtin û 24 kes desteser kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê leşkeran bi ser Zozana Çemêkarê ya herêma Herekolê ya navçeya Berwarî ya Sêrtê de girtin û 24 koçer û şivan desteser kirine. Hat îdiakirin ku ji kesên hatine desteserkirin 2 jê endamên HPGê ne.
Hat zanîn ku welatiyên desteserkirî ewil birine Fermandariya Cendirmeyan a Berwariyê û piştre jî sewqî qereqolên cendirmeyan ên navend û navçeyên Misirc, Hawel, Berwarî, Tillo û Sêrtê. (TY/AY)