Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Sêrtê cenazeyê karkerê dawî ku di bin kavil de mabû, piştî 25 rojan îro destê sibehê hat derxistin.
Îbrahîm Kilinç (21) ku ajokarê ekskavatorê bû û ji ber hêzazê di bin kavil de mabû, piştî 25 rojan cenazeyê wî hat derxistin.
Li navçeya Sêrt Şêrwanê di 17ê Mijdarê de li Ocaxa Paxirê ku aydî Ciner Holdîngê bê hêzaz çêbûbû û 16 kedkar di bin kavil de mabûn. Heta niha cenazeyê wan kedkaran hemû hatin derxistin.
Derbare bûyerê de serendezyarê ocaxê S.K, pisporê ewlekariya kar M.K. û S.K., şefê şantiyeyê K.Y. û mudirê karsaziyê M.O hatin girtin.
Navên 16 kedkarên ku canê xwe ji dest dan wiha ne:
1-Savaş Kizilkan ji Amedê
2-Kerem Arat ji navçeya Şêrwanê
3-Murat Ant ji Şêrwanê
4-İbrahim Kilinç ji Sêrtê
5-Kasim Tari ji Amedê
6-Şefik Tuncer ji Êlihê
7-Sedat Bulut ji Şêrwanê
8-Abdurrahman Sonmezsoy ji Êlihê
9-Reşit Can ji Sêrtê
10-Halil başer ji navçeya Misircê ya Sêrtê
11-Mahmut Batumar ji Şêrwanê
12-Bedrettin Cayli ji Şêrwanê
13-Nusret Beyazalma ji navçeya Artêrmêtê ya Wanê
14-Yavuz Yildiz ji Şêrwanê
15-İsmail Tekin ji navçeya Dihê ya Sêrtê
16-Abdulbaki Aydin ji navçeya Dihê ya Sêrtê.
(BK/YO)