Lijneye Kesên Azadkirî û Dîlgirtî ya serbi Rêxistina Rizgariya Filistînê û Cemiyeta Dîlgirtiyên Filistînê ragihand ku leşkerên Îsraîlê serdegirtinên xwe yên li Şerîeya Rojava û Qudisa dagirkirî didomînin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Îsraîlê di 24 saetên dawîn de li hin bajarên Şerîeya Rojava operasyon li dar xist û leşkeran ji duh êvarê ve li Şerîaya Rojava zarok, birîndar, xwendekar, rojnameger û girtiyên berê jî di nav da herî kêm 25 Filistînî desteser kirin.
Hat ragihandin ku di nav kesên hatin desteserkirin de kesên ku berê hatibûn berdan jî hene.
Hat destnîşankirin ku hejmara Filistîniyên ku ji 7ê cotmehê vir ve li Şerîeya Rojavaya dagirkirî hatine desteserkirin derket 9 hezar û 785an.
Li Xezeyê hejmara miriyan derket 39 hezar û 145an
Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li ser Xezeyê pêk anîne de, di 24 saetên dawîn de bi zêdebûna 55 miriyan û derket 39 hezar û 145an.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, hejmara birîndaran jî derketiye 90 hezar û 257an.
(AS/AY)