Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Stenbolê êvara roja Şemiya 22yê Kanûna Paşiyê berfa ku destpêkiriye hêjî dibare û bajar spî kiriye.
Walîyê Stenbolê Alî Yerlîkaya jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandiye ku ji ber berfa zêde li bajêr ji bo 2 rojan (Duşem û Sêşemê) wê zanîngeh girtî bin.
Yerlîkaya berdewam kiriye û gotiye ku heta daxûyanîyek din motokûryetî, ajotina motosiklet û skûtirên ceryanê qedexene.
Şaredariya Stenbolê ji bo rêyan hişyarî daye
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ŞBMS) diyar kiriye ku paqijîya berf û cemeda rêyan berdawam dike. Şaredarî, ajokaran hişyar dike ku heta hewce nebe dernekevin trafîkê. Herweha pêşniyar dike ku ji dêla wesayîtên şexsî ên giştî bikarbînin.
Seferên hewayî betal bûne
Yahya Ustunê ku Berpirsyarê Çapameniya Şîrketa Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê (THY) ye li ser hesabê xwe yê Twîtterê duh ragihandiye û gotiye, 36 seferên li Balafirgeha Stenbolê û 31ê li Sabiha Gokçenê bi tevahî 67 seferên balafirên şîrketa wan betal bûye.
Berf li seranserê Tirkiyeyê bador dike
Wek Stenbolê li gelek bajarên din jî berfa zêde dibare. Bajarên ku ji ber berfa zêde betlaneya îdarî dane karmendên jin ên ducanî û berastengan weha ne: Stenbol, Dîlok, Riha, Bîlecîk, Denîzlî, Semsûr, Eskîşehîr, Aksaray, Nîgde, Zonguldak, Kîlîs, Nevşehîr, Sêwaz, Mereş, Kirşehîr, Kirikkale, Meletî, Sakarya, Kocaelî, Afyon, Bursa, Erzîngan, Dêrsim, Karaman, Konya, Sakarya, Yozgat û Mêrdîn.(TP/BY/AY)
*Bahar Yildirimê ev nûçe ji tirkî wergerandiye