Bexda: Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li seranserê Cîhanê hejmara kesên bi Covid-19ê ango koronavirusê ketine gihîştiye 4 milyon û 805 hezar û 630 kesan. Hejmara miriyan jî bûye 316 hezar û 753.
Koronavirus cara yekem di 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de li Çînê derketibû û paşê li tevahiya cîhanê belav bûbû.
Li Tirkiyeyê jî testa milyon û 624 hezar û 994 kesan hatiye kirin. Hejmara kesên bi vê nexweşiyê ketine 149 hezar û 435, hejmara miriyan jî 4 hezar û 140 e.
Kanada
Balafira akrobasiye ya Hêzên Asmanî yên Mîrektiya Kanadayê ji bo piştevaniya têkoşîna li dijî koronavîrusê dema firiyaye, ketiye xwarê.
Di encama qezayê de pîlot Jennefer Casey miriye. Duyem pilot Richard MacDougall bi giranî birîndar bûye. Li cihê ku balafir lê ketiye agir bi xaniyekî ketiye.
Justin Trudeau, Serokwezîrê Kanadayê gotiye ku ew ji ber qezayê “gelekî xemgîn e”.
Iraq
Ji bo têkoşîna li dijî koronavirusê li kolan û sikakên Karadayê, yên paytext Bexdayê karê dezenfekterikinê hatiye kirin.
Heta niha 3 hezar û 404 kes bi vê nexweşiyê ketine û li welêt 123 kes ji nexweşiyê mirine.
Îspanya
Xwenîşandanên hefteya borî la taxete Madrîdê, paytexta Îspanyayê dest pê kiribûn, li Zaragoza, Logrono, Salamanca û hin bajarên din jî pêk hatine.
Li seranserê welêt her şev li gorî dema herêmî saet di 20.00ê de çalakiyên çepiklêdanê ji bo piştgiriya kedkarên tenduristiyê pêk tên. Piştî van çalakiyan niha jî li hin deveran saet di 21.00ê de îspanyolî derdikevin pencere û şaneşînan û li beroşan didin. Bi vî awayî hikûmetê protesto dikin.
Alîgirên partiyên rastgir van protestoyan li kolanan pêk tînin û ji ber polîtîkayên derbarê Covid-19ê de dixwazin hikûmet îstîfa bike.
Hikûmeta koalisyonê ya çepgir, di 14ê Adarê de rewşa awarte ragihandibû.
Afrika
Li gorî daneyên Navenda Kontrol û Çavdêriya Nexweşiyan a Afrîkayê, li seranserê parzemînê di 24 saetên dawî de zêdetirî 3 hezar kes bi nexweşiyê ketine. Hejmar li ser hev gihîştiye 81 hezar û 307an.
Di heman demê de 74 kes mirine û hejmara miriyan gihîştiye 2 hezar û 704 kesan.
Heta niha 31 hezar û 78 kes baş bûne.
Li Misrê 612, li Cezayirê 548, li Afrîkaya Başûr 261, li Fasê 192, li Nîjeryayê 176, li Kamerûnê 140 û li Sûdanê 97 kes mirine.
Li Lesotho, Seyşeyan, Namibya, Eritre, Mozambik, Uganda, Komara Afrîkaya Navîn û Rûandayê heta niha kes ji ber vê şewbê nemirine.
Brezilya
Li gorî daneyên li malpera Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di 24 saetên dawiyê de 485 kes mirine. Li ser hev hejmar gihîştiye 16 hezar û 118 kesan.
Dîsa di van 24 saetan de 7 hezar û 938 kes bi nexweşiyê ketine û li ser hev hejmara pêketiyan bûye 241 hezar û 80 kesan.
Li gorî malpera Worldmeterê li Amekîkaya Latîn hejmara mirî û pêketiyan herî zêde li Brezilyayê pêk hatiye.
Awistralya
Li eyaleta Gallera Başûr a Nû (NSW) kesek din ji ber koronavirusê miriye. Bi vê re hejmar li seranserê welêt gihîştiye 99an. Li eyaletê jî heta niha 48 kes mirine.
Li seranserê welêt heta niha testa zêdetirî milyonek mirovan hatine çêkirin. 7 hezar û 60 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 367 ji wan baş bûne.
12 dikanên McDonaldsê hatine girtin
Li Melbourne, paytexta eyaleta Victoriyayê piştî derket holê ajokarê wesatiya ku kelûpel dibirin şaxên McDonaldstê bi nexweşiyê ketiye, 12 dikanên vê şîrketê heta demekê hatine girtin.
Persolenên li van dikanan û ajokar hatine kerentinekirin. (PT/FD)