Li gor agahiyên malpera înternetê ya "Worldometer"ê ku ji her aliyê dinyayê daneyên derbarê Covîd-19ê berhev dike, li seranserê cîhanê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû mirine gihîşt 190 hezar û 197an.
Hejmara kesên nexweş ketine gihîştiye 2 miylon û 712 hezar û 258an.
Ji ber şewba Covîd-19ê heta niha herî zêde li DYAyê mirov mirine ku hejmara miriyan li vî welatî 49 hezar û 736 e.
Li pey DYAyê li Îtalyayê 25 hezar û 549, Spanyayê 22 hezar û 157, Fransayê 21 hezar û 856, Îngiltereyê 18 hezar û 738, Belçîkayê 6 hezar û 490, Îranê 5 hezar û 481, Almanyayê 5 hezar û 404 û Çînê jî 4 hezar û 632 kes mirine.
Welatên din ên ku hejmara miriyan ji hezarî zêdetir in jî wiha ne:
"Hollanda (4 hezar û 177), Brezîlya (3 hezar û 313), Tirkiye (2 hezar û 491), Kanada (2 hezar û 143), Swêd (2 hezar û 21) û Swîsre (1549)"
Şewba Kovîd-19ê ya ku di Berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Çînê derket holê li zêdetirî 200 welat û herêmî belav bûye.
Ji kesên bi şewbê ketibûn heta niha 744 hezar û 366 kes baş bûne û dermankirina milyonek û 777 hezar û 695 kesan jî dewam dike. (FD)
Çavkanî - Fotograf: AA