Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rexistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ya ser bi Neteweyên Yekgirtî(NY), duyemîn rapora xwe ya Texmînên Kurevî yên Karkerên Koçber ya vê salê eşkere kiriye. Li gor van texmînên rêxistinê, li seranserê cîhanê 164 mîlyon karkerên koçber hene.
Li gor heman raporê tê texmînkirin ku hejmara karkerên koçber yên mêr 96 mîlyon, hejmara karkerên jin jî derdora 68 mîlyonan e.
Herweha li gor rapora 2013an rêjeya mêrên karker ji sedî 2 zêde bûye yanî ji sedî 56a gihiştiye ji sedî 58an. Rêjeya jinên karker jî ji sedî 2 kêm bûye, yanî ji sedî 44an ketiye 42yan.
Temenên karkeran ji sedî 87, di navbera 25 û 64an de ye
Temenên karkerên koçber ji sedî 87, di navbera 25 û 64an de ye. Yanê temenên wan ji bo karkirinê guncawe. Ev jî dide nîşandan kû hinek welat hêza xwe ya kêrhatî ya ciwan ji dest dane.
Li gor raporê ev rewş bandoreke neyênî li aboriya wan welatan dike.
Rapor behsa wan tiştan jî dike ku derbarê beşên karî û komên dahatê yên karkeran de ye.
Li gorî vê li cîhanê ji 164 milyon karkerên koçber;
* 111,2 milyon karker (ji sedî 67,9) li welatên xwedî dahata bilind,
* 30,5 milyon karker (ji sedî 18,6) li welatên xwedî dahata bilind-navîn,
* 16,6 milyon karker (ji sedî 10,1) li welatên xwedî dahata nizm-navîn dijîn. (TP/AY/FD)
* Foto: The UN Refugee Agency
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.