Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Navenda Lêkolînên Zanistî ya Amerîkayê (USGS) aşkere kir, duh saet 21.18yê êvarê erdejehek çêbû ku navenda wê bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Iraqê ye. Li gorî van daneyan pileya erdhejê li gorî pîvana Richterê 7.3 bû.
Li gorî nûçeya BBC Tirkiyê di encama erdhejê de li bajarê Kirmanşahê yê Îranê 207 kes mirine ku li ser sînorê Iraqê ye. Li Iraqê jî li gorî zanyariyên pêşiyê 4 kesan can dane. Hejmara birîndaran jî zêdetirî 2 hezar û 500 kesan e.
Wezareta Tenduristiya Îranê saet di 11.41 deqîqeyê de aşkere kir ku hejmara kesên di encama erdhejê de mirine 328 e. Li Iraqê jî hejmara miriyan gihiştiye 7an.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA), Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê û Rasathaneya Kandîlliyê (KRDAE) jî navenda erdhejê sînorê Îranê ye.
Kandîlliyê diyar kiriye ku erdhej 11.7 kîlometre di bin erdê de çebûye.
Li Tirkiyeyê jî hin dever hejiyan
Li gel gelek deverên Iraqê li bajarên weke Wan, Colemêrg, Amed, Mêrdîn, Êlih û gelek navçeyên van bajaran jî erd hejiya.
Erdhej her wiha bandora xwe li Sûriye, Kuweyt, Azerbaycan û Mirnişinên Erebî yên Yekgirtî kiriye.
Piştî erdheja bi pileya 7.3yê 4.8, 4.6 û 4.1ê sê erdhejên din çêbûne.
Saziyên Tirkiyeyê daxuyaniya alîkariyê kirin
Serokê Giştî yê Kizilaya Tirkan Kerem Kinikî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku ji bo alîkariyê Kizilaya Tirkan ber bi herêmê ve ketiye rê.
Hêzên Serokatiya Birêveberiya Rewşa Lezgîn û Bobelatan (AFAD) û hêzêm Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Tenduristiya Lezgîn (UMKE) jî ji bo xizmetên rizgarkirinê û alîkariyê ber bi Silêmaniyê ve derketin rê.
Serokwezîr Yilidirim: Karwana alîkariyê ya pêşiyê bi rê ket
Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî erdhejê aşkere kir ku karwana alîkariyê ya pêşiyê bi rê ketiye.
Yildirim di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku ew ê bi her cure alîkariyê li gel birayên xwe yên Iraqê bin. (TP/FD)
* Fotograf: Ajansa Anadolûyê – Suleymaniye / Ferîq Ferece; Ankara / Guven Yilmaz
* Çavkanî: BBC, AA, Rûdaw