Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Weke “dîwarê ewlekariyê” yê li ser sînorê Sûriyeyê niha jî dîwarek li ser sînorê Îranê tê lêkirin.
Rêveberiya Xaniyên Komelî ya Serokwezaretê (TOKI) di çarçoveya lihevkirina bi Wezareta Berevaniya Milî re dest bi lêkirina dîwarî kiriye ku wê di navbera Agirî û Îdirê de be.
Di vê çarçoveyê de wê li ser sînor blokên gerok ên 7 ton giran, 3 metre dirêj û 2 metre jî fireh bên bikaranîn.
Dirêjahiya dîwêr bi giştî wê 144 kîlometre be û di 5 qonaxan de bê lêkirin ku qonaxa pêşîn wê di cotmehê de biqede.
Her wiha ji bo ku hêzên ewlekariyê karibin bigerin wê li paş dîwar “rêya ewlekariyê” bê avakirin û li ser dîwêr jî 15 derî bên danîn ku camên guleyan derbas nakin li ser hebin.
Serokomar Erdoganî di Hezîrana 2017yê de gotibû ku ew ê li ser sînorên Îran û Iraqê dîwaran bihonin.
Îranê ev proje bi erênî pêşwazî kiribû.
Di vê navberê de beşek zêde ji dîwarê li ser sînorê Sûriyê tê honandin qediya ku ev sînor 911 kîlometre ye.
Piştî Çîn û Îsraîlê yê sêyemîn e
Dema dîwarê li ser sînorê Sûriyeyê biqede wê piştî Sedda Çînê ya 2 hezar û 500 kîlometreyî û dîwarê li ser sînorê Îsraîl û Filîstînê ya hezar û 120 kîlometreyî wê bibe dîwarê herî mezin ê sêyemîn.
Di navbera DYAyê û Meskîkayê de dîwarê 455 kîlometreyî heye. Yek ji wedên Serokdewletê DYAyê Donald Trûmpî yê dema namzetê serokatiyê bû ew bû ku li ser hemû sînorî dîwar ava bike.
Dîwarê herî mezên ê pêncemîn jî li ser sînorê di navbera Koreya Başûr û Koreya Bakûr de ye û 248 kîlometreyê. (YY/FD)