Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Artêşa Iraqê li Kerkûkê ku di destê Herêma Kurdistana Iraqê de ye dest bi operasyonekê kir.
“Êrîş li bîrên petrolê hatiye kirin”
Piştî operasyona ku tê diyarkirin bi fermana serokwezîrê Iraqê Heyder El Ibadîyî hatiye kirin Lijneya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê daxuyanîyek da.
Lijneyê eşkere kir “Hêzên Heşdî Şeibî yên girêdayî Îranê ne li Tûz Xurmatûyê êrîşî bîrên petrolê û baregeha leşkerî ya K1ê kirine.”
Di sala 2014ê de dema DAIŞ li herêmê ber bi Kerkûkê ve bi pêş de diçû hêzên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel(YPG) pêşiya DAIŞê girtibû.
Dema di 25ê Îlonê de Referandûma Serxwebûnê hatî kirin hikûmeta navendî herî zêde nerazîbûna xwe ji bo Kerkûkê diyar kiribû.
Iraq: Me hin herêm bi dest xistine
Fermandariya giştî ya hêzên Iraqê wan “ji bo parastina aramiyê” wan dest bi operasyonê kiriye û li başûrê Kerkûkê wan hin dever bi dest xistine.
Barzanî: Şerî hûn nedin dest pê kirin
Hêmin Hewramîyê ku şêwirmendê serokê Herêma Kurdistanê ya Iraqê, Mesûd Barzanî ye elşkere kir serokê herêmê gotiye “aliyê şerî dide destpêkirin bila ne hûn bin.”
Amerîka: Em li dijî tûndkariyê ne
Fermandarê Adrian Rankine Galloway ku li Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê berpirsê Rojhilata Navîn e gotiye ew bangî herdu aliyan dikin ku nekevin pevçûnan.
“Kîjan alî be ferq nake em li dijî tûndkariyê ne.”(HK/MB)
Çavkanî: Euronews, BBC, AA, Rudaw, Iraq.livamap.