Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wekîlê HDPyê Garo Paylanî eşkere kiribû ku amadekariyên sûîkastkirina welatiyên ji Tirkiyeyê yên li Ewropayê hene. Emniyeta Giştî ya Almanyayê da zanîn wan hay ji rewşê heye.
Li gor nûçeya Gezal Hacerê ya li Deutsche Welleyê Emniyeta Almanyayê daxuyandiye:
“Me hay ji wê rewşa berbehs heye. Em bi hessasî lê dinêrin. Lê mixabin em nikarin hûrgilî û tedbîran eşkere bikin.”
Garo Paylanî eşkere kiriye, heta niho li Ewropayê ji bo parastina hin kesan biryar hatiye dayin û jimara wan kesan dê zêde bibe.”
Li gor Paylanî dewletê heta niho çavê xwe li kiriyarên hin aliyan girtiye ku ew di amadekariyan de ne.
Di nav wan aliyên ku çêdibe sûîkast li wan bê kirin Elewî jî hene. Serokê Federasyona Elewiyan, Yilmaz Kahramanî gotiye ew jî ji beriya şeş mehan pê hesiyane ku amadekariyên sûîkastkirinê hene.(PT/MB)
Çavkanî: DW Turkçe