Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Duh (13ê Hezîranê) li 27em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) a Stenbolê ji Zanîngeha Bogaziçiyê Alk. Doç. Dr. Noemi Levy Aksu cara pêncem,
Li 37em DCGyê ji Zanîngeha Bogaziçiyê xwendekara doktorayê Şenay Çinar, lêkolîner Zeynep Arikan û alk. Doç. Dr. Meltem Gurle û ji Zanîngeha Bilgiyê lêkolîner Belin Benezra cara sêyem,
Li 26em DCGyê ji Zanîngeha Koçê dersdar Dîdem Pekun cara sêyem,
Li 24em DCGyê ji Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Leyla Işil Unal cara yekem derket pêşberî heyeta dadgehê.
Bixwîne - Dadkirina akademîsyenan
2 sal û 6 meh cezayê girtinê li akademîsyenekê hate birîn
Li 27em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) a Stenbolê bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kiriye” li gorî Xala 7/2yê 2 sal û 6 meh cezayê girtinê li akademîsyen Noemi Levy Aksuyê hate birîn. Heyeta dadgehê cezayê akademîsyenê taloq nekir. Parêzerê Aksuyê wê li hemberî cezayê hatiye birîn derkeve û dosyayê bişîne Dadgeha Îstinafê.
Li 37em DCGya Stenbolê heyeta dadgehê bi tohmeta ku “propagndaya rêxistina terorê kiriye” sal û sê meh cezayê girtinê li akademîsyen Belîn Benezra û Şenay Çinarê birî. Her du biryar jî nehatin aşkerekirin û aşkerekirina wan hate taloqkirin.
Li 24em DCGya Stenbolê heyata dadgehê biryar girt ku dosyaya Leyla İşil Unalê bişînin Wezareta Dadê û ji wan bipirsin bê ka dikarin li gorî Xala 301ê ya TCKyê dadkirinê bikin an na. Ji ber wê jî biryar dan ku dadkirinê bisekinin û piştî bersiv ji Wezaretê hat, dadkirinê berdewam bikin.
Xala 301ê ya TCKyê Kesê/a ku bi awayekî vekirî sivkatiyê li hemberî tirkîtiyê, komarê û Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê bike, ji şeş mehan heta sê salan bi cezayê girtinê tê cezakirin. Kesê/a ku bi awayekî vekirî sivkatiyê li hemberî hikûmeta Komara Tirkiyeyê, dezgehên dadê, rêxistina leşkerî yan jî emniyetê bike, ji şeş mehan heta du salan bi cezayê girtinê tê cezakirin. Heke ku welatiyekî tirk li welatekî din sivkatiyê li hemberî tirkîtiyê bike, cezayê ku wê lê birîn yek ji sisiyan tê zêdekirin. Fikr û ramanên bi armanca rexnekirinê, nabin ku weke sûcan bên nirxandin. |
Akademîsyenên Aştîxwaz
Piştî pêjoya çareseriyê bi dawî bû li Başûrê Rojhilatî xendek hatin kolandin û li warên jiyanê operasyon hatin kirin. Piştî vê yeke akademîsyenan nivîsek îmze kir. Bi îmzekirina wê nivîsê ew ji karen xwe hatin avêtin paşê yek bi yek li ser akademîsyenan doz hatin vekirin.
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê "propagandmeha rêxistinê" doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê "propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê "Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301." bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
(TP/FD)