Xebatkarê şaredariyê Yucel Baysal, di 17ê Hezîranê de piştî nûçeyên li ser şaredariya Tetwanê yên têkildarî gendelî û nelirêtiyan êrîşî Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Bedlîsê Sînan Aygul kiribû. Herweha polêsê bi navê Engîn Kaplan jî nehiştibû kesên derdorê mudaxele li êrişê bikin.
Yucel Baysal, Xebatkarê Şaredariya Tetwanê yê ku êrişî Rojnameger Sînan Aygul kiribû û polîsê bi navê Engîn Kaplan giliyê Aygul kirine. Serdozgeriya Komarî ya Tetwanê derbarê Aygulî de bi iddiaya ku “heqaret kiriye” îddianame amade kir. Aygul dê ji aliye 1emîn Dadgeha Cezê û Esliyeyê ve were darizandin.
Dadgehê biryar da ku doz dê di çarçoveya xala 251. a CMKê de bi "Şêwazê Dadkirina Hêsan" bê pêkanîn.
Dozger di îdianameya ku amade kir de xwest Aygul ji ber sûcê "heqaretê" li gorî xala 58an a TCKyê bê cezakirin.