Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind biryar daye ku rewşa girtîtiya 7 nivîskarên berên rojnameya Cumhuriyetê bê sekinandin û ew serbest bibin.
Piştî vê biryarê Musa Kart, Guray Oz, M. Kemal Gungor, Hakan Kara û Onder Çelik tehliye bûne. Lê ji ber ku cezayê wî hatiye erêkirin, Emre Iper wê girtî bimîne.
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind di nirxandina xwe de biryar dabû ku sûcê ji ber “alîkariya rêxistina terorê” hatiye dayîn bila ji nû ve were nirxandin. 16em Daîreya Cezayan jî li gorî vê biryar daye. Di biryarê de ji bo Ahmet Şikî biryar hatiye girtin ku bila ji ber propagandayê were cezakirin.
Piştî biryarê dosya wê careke din biçe ber deste 27em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê.
Akin Atalay: Aqûbet li serê yê din be
Parêzer Akin Atalay, Serokê berê yê Lijneya Bicîkir ê Rojnameya Cûmhûriyetê ji bianetê bi Ayça Soylemezê re axiviye û gotiye, “Biryara Dadgeha Bilind gihîştiye ber destê rêveberiya girtîgehê. Niha ji bo serbestiya wan dixebitin.”
Atalayî her weha diyar kiriye ku “Em li bendê ne ku di nava çend saetan de derkevin. Aqûbet li serê yên din be.”
Kart: "Em di serî de hatin cezakirin"
Piştî biryarê rojnameger ji Girtîgeha Kandirayê derketine. Musa Kart piştî tehliye bûye wiha axiviye:
"Li welatên modern pêşiyê mirov tên dadgehkirin paşê tên cezakirin. Ji bo me rewş berovacî vê bû. Em di serî de hatin cezakirin. Dozgerê ku ji bo me 30-40 sal dixwest, ji dozeke derbarê FETOyê tê dadgehkirin. Mafê çûna Dadgeha Bilind dan hevalên me ku em ji heman dosyayê dihatin dadgehkirin. Lê ev maf nedan me. Wezîrê Dadê ji bo me gotibû 'Divê rojekê jî di hundir de nemînin' lê em di girtîgehê de man."
Daxuyaniya Kartî li ser hesabê Twitterê yê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê de hatine weşandin.
Çi bûbû?
Parêzerên rojnameya Cûmhûriyetê li hemberî biryara 3yem Daîreya Cezayan a Dadgeha Adlîyeyê ya Herêmî ya Stenbolê serî li Dadgeha Bilind dabû.
Parêzeran di daxwaznameya xwe de diyar kiribû ku “biryara cezakirinê bi awayekî aşkere li dijî hiqûqê ye û ji ber wê jî divê betal bibe”. Her weha gotine ku ji bo cezayên girtinê yên di bin pênc salan de mafê temyîzê bê dayîn.
Li gorî nûçeya Alîcan Ûlûdagî yê ji rojnameya Cûmhûriyetê, di daxwaznameyê de her weha hatibû xwestin ku ji bo betalkirina qanûna rêya temyîza wan kesên di bin pênc salan de ceza li wan hatine birîn serî li Dadgeha Destûrî bê dayîn û daxwaza dozê bê kirin. Dîsa hatibû xwestin ku heta Dadgeha Destûrî biryarê bide bila dadkirin bê sekinandin.
Parêzerên rojnameya Cûmhûriyetê Dûyûn Yarsûvat, Fîkret Îlkîz, Bahrî Bayram Belen, Aynûr Tûncel, Tora Pekîn, Abbas Yalçin û Halîl Kocabaş daxwazname amade kiribûn ku ji 208 rûpelan pêk hatibû. Parêzeran daxwazname bi rêya dadgeha îstinafê şandibûn 16em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind. (PT/AS/FD)