"Wêje wêneyek e an jî him wêne him jî neynik e. Ravekirina hêstan e, rexneyeke narîn e, belgeyeke hînder e.”
Dostoyevski
Ger hûn hez ji xewnên şêrîn û jiyîneke bêxem dikin, dikarin vê nivîsê hêdîka derbas'kin. Ji ber ku li vir behsa kîtêbek xewnrevîn û rojnamegerek xemxur bê kirin. "Belkî hûn îşev nenivin jî.." ( ranezên jî )
Di van rojan de li ser refên pirtûkfiroşan, li standên fuaran û di destê Kurdan de kîtêbek digere, Kîtêbek ku; bi bergê li ser reş û spî; tenik û“giran.”
Kîtêbek ku nivîskarê wê jî li xwe digere. Ku ger ji bo wî ne kareke dûr û nenas e. Mirad Bayram, rojnameger/nûçe-ger e.
Wê carê jî rabû, gûh da axîna nalîna xwe, hat ku rastiyê bigere, bibîne û nîşanî cîhanê bide. Wî da jî.
Di wê aloziyê, wê bihûşta kavilkirî de çîrokên ji hev bijantir, ji xwînê sortir, ji mirinê sartir û ji jiyanê rasttir bi awayekî ku îxtîmala înkar kirinê ji holê rake, da ber çavan.. Heta em dikarin bivêjîn, Bayram bi wênên xwe wî girtiye, ku her yek dişibin versiyonek tabloya Guernîkayê, bizmara rastiyê tûjtir dike û li mejûyê rêviyên rastiyê radike.
Werin em Murat Bayram bi nîşeya Weşanxaneya Avestayê nas bikin ku ew nîşe him bi pejira wî li pirtûkê cîh girtiye, him jî piranî li ser taybetmendiyên ku Murat Bayram dike Murat Bayram çi ye, sekiniye.
“Murat Bayram editorê bianet /kurdî ye. Avakarê Kurdîgehê ye. Pênc Salan di medyaya kurdî de, ji bo Kurd1 TV, Rojnameya Evroyê, Waar TV û Kurdistan24 TVyê xebitiye. Wek rojnamegerê serbixwe ji bo Middle East Eye, Al Jazeera International, Deutsche Welle, RT TV û New York Timesê xebitiye.Zanîngeha Kalîforniyayê ya Los Anglesê (UCLA) – KAESê, Xelata Navîsîna Herî Afrîner û Orjînal daye wî.
Wergêrê 6 kîtêbên zarokan û kîtêbeka zanistî ye. Ji bo siyasetmedarên bi Doza KCKyê hatin dadkirin li Dadgeha Diyarbekirê wergêrî kiriye. Ji bo Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, DISA (Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî) û gelek rêxistinên navneteweyî wergêrî kiriye û dersen zimanê kurdî daye.”
Murat Bayramê Şirnexî dema şerê bajaran ê 2015-2016an de wek rojnamegerek li wan bajarokan de şerê ku di qewime dişopîne, bi gel re diaxive, çîrokê wan bi belgeyên nivîsî û wêneyî qeyd dike. Kîtêba bi navê “belkî îşev binive” jî ji van belgeyan pêk tê. Kîtêb navê xwe ji çîroka ewul distîne ku ger hûn wê çîrokê bixwînin hûn ê jî bibinin ku hirçikeke pêlîstok çawa pençê xwe li rihê we radike û hûn ê jî bizanin ka şerr çi bandorî li zarokekî dike.
ji bilî vê çîrokê di kitêbê de 24 çîrokên din jî hene. Ji nav hezar çîrok û wêneyan 25 çîrokên bijarte. Ev bijartin bi tena serê xwe trajediyek e. Nivîskar di derheqê vê trajediye de wiha dibêje: “Dema ez ji nav 50 çîrokan 2 heban hildibijêrim ew 48ên mayî li min dibin bar û xewnên min dibin.” Lê em ji raporên Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê, Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Walîtiya Şirnexê ku destpêka pirtûkê jî de cîh girtine, fêr dibin ku hejmara van çîrokan bi sed-hezaran e. Kûştin, penaberî, xwîn, trajedi “hwd.” di nav van raporan de tenê reqemek in. Heman rewş ji bo nûçeyên klasîk jî wisa ye, bûyer xwerû, hevok fermî û wate sar tê ji xwîneran re. Nivîskar vê perdêya navbera xwîner û bûyeran de bi ziman û şêwaza xwe ya edebî ji holê radike.
Murat Bayram ji vê aliyê ve dişibe George Orwellî ku ew jî ji rojnamegeriyê tê û bi xemeke polîtîk dest bi nivîsandinê dike û piştre hêza edebiyatê keşif dike. Yek ji xalên balkêş ew e ku nivîskar gotinên lehengên rasteqîn bi devokên wan yên heremî nivîsiye. Ew di bersiva pirsekî di derheqê vî tiştî de dibêje ku “Ger min gotinên wan mirovan li gor rêzimanê bigûhertana wê demê ew hevok, ew hêst, ew êş nabê yê wan.” Wateya vê bersivê xwe li pirtûkê dide holê û xwîner bi zimanê vî awayî bêtir ji dêrûnî û hêstên wan kesan haydar dibe, dibine û hês dike.
Çîrok piranî wêneyan jî bi xwe re dihebînin an jî her wêne çîrokek di nav xwe de dihebîne. Wisa ku hûn li nava taxên kavilkirî digerin, ji fîşekên çeknediyar direvin, bi giriyên dayikan digirîn, hûn dibin ku zarokek xerca çîmentoyê amade bike ji bo pînekirina qûlên xaniyên xwe, hûn birîndar dibin, rêvî dibin, bi Tahîr Elçî re tekoşînê dikin ji bo têketina navçeyê, hûn dibin Ciziriyek li nav şerê jî mazûvaniyê ji mêvanên xwe re dike, hûn dibin rojnamegerek ku li bajarê lê çêbûyî de li pey çîrokên ji êşê digere û dike ku mirovan qanih bike ji bo axaftinê. Helbet ev tişt ne hêsan in.
Murat Bayram bi awayeke dilsoz dibêje “Piştî bihîstina çîrok û dengê topan, girtina wêneyên wan dîmenan, dîtina êşan pirr caran min soz dida xwe ku ez ê êdî rojnamegerî nekim. Heta, carekî li ser kevirekî rûniştim û li kûçêya wêran dinêrîm û digiriyam. Di heman wextê de edîtora min Sîmona Sikmica peyaman dişand ku agahiyek ji min hilgire ka ez baş im, rewşa min çawa ye. Min jê re got bihêle ez bigirîm. Bersiva wê ev bû; ‘li wir hezar kes digirîn niha ger tu dixwazî kesek li wan zêde bikî bigirî, ger tu divê rojnamegerî bikî rabe.’ ”
Bayram, bi vê bîranîna xwe weke xaleke şikestinê dibîne û ji bo ku dengê ew kesên ku digiriyan bigihijîne cîhanê radibe ser xwe. Ji bo vê hêzdanê pirtûka xwe îthafê Sîmon Sikmica dike.
Murat Bayram bi “Belkî Îşev Binive” re pacek nû li rojnamegerî û nivîskariya Kurdan vedike. Nêrînek li xwîneran zêde dike. Wisa ku êdî hûn demhijmêra xwe de çendî 08:05ê bibînin wê qûlek li wê demhijmêra bîranînên we de jî vebe..
Bovîer de Fontenelle dibêje ku “Ger kefa destê min bi rastiyan tije bûna, berî ku ez wana vekim ez ê pirr caran bifikirim.”
Netirsin, wêje her tim ne rastî ye...
Lê bitirsin tiştên Murat Bayram di “belkî îşev binive” de nivîsiye rastî ne.
“Nenivînê” hilgirin çavan û bixwînin ku hûn karîbin ji rastiyên xwe haydar bin. (R/FD)
* Foto: Murad Bayram