Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kesên ku di 3ê Tebaxa 2014an de di êrîşên DAIŞê yên li ser Şengalê de mirine di 8emîn salvegera komkujiyê de hatine bîranîn.
Nûner û endamên 21 saziyên sivîl ên li navçeya Sinûnê ya Şengalê li hev civiyane, piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên mirine mûm pêxistine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê têkildarî komkujiyê ku civaka êzidî weke Fermana 73an pênase dike, sînevîzyonek hatiye pêşandan û Nadîa Mûrad bi weşana zindî beşdarî merasîmê bûye ku ji hêla şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatibû rizgarkirin û di sala 2018an de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû.
Di merasîma bîranînê de li ser navê rêxistinên civaka sivîl daxuyaniyeke hevpar hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn lê belê bandora wê hêj jî didome û ev tişt hatin gotin: “Hêjta 2 hezar û 882 êzidî winda ne û ji 82 gorên komî tenê 31 jê hatine vekirin. DAIŞ’ê qubbeya dîrokî rûxand û heta niha tenê du caran hatiye darizandin. Ji bo avakirina Şengalê heta niha jî dewletan tu gav neavêtine.”
Divê çeteyên DAIŞê bên darizandin”
“Ji bo jinûveavakirina Şengalê tiştek nayê kirin û heta niha tenê 11 dewletan ev komkujî weke qirkirin nas kirin. Banga me li hemû dewletan ew e ku vê komkujiyê weke qirkirinê nas bikin. Divê hemû dewlet çeteyên DAIŞ’ê bidarizîne. Hewceya Iraq jî li gorî qanûna xwe ya ji bo jinên ji DAIŞê hatine rizgarkirin derxistibû tevbigere. Êşa gelê me hêj jî didome û ji bo sivikkirina vê êşê tu gav nehatine avêtin. Di serî de Neteweyên Yekbûyî û Iraq, hewceye hemû sazî û dezgehên êzidiyan ji bo bicihanîna daxwaz û mafên civaka êzidî dest bi xebatan bikin.”
“Ji bo ku gelê me jiyana xwe jinûve ava bike, hewceye mafên wan ên bingehîn jê re werin dayîn. Banga me ji bo Iraq û Neteweyên Yekbûyî ew e ku ji bo aqûbeta êzidiyên niha jî winda dest bi xebatan bikin.”
“Em hemû şehîdên fermanê careke din bi bîr tînin û ji hêzên ku bo Şengalê canê xwe feda kirine minetdar in. Daxwaza me ew e ku êzidiyên di destê DAIŞ’ê de bên rizgarkirin. Berpirsyariya her kesî li dijî gelê me heye û divê van berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
Çi bûbû?
Di sala 2014an de DAIŞê êrişî Şengalê kiribû û bi hezaran welatiyên êzidî qetil kiribûn. Bi hezaran welatiyên ji destê DAIŞê revîyabûn Çiyayê Sîncarê û gelek ji wan ji ber tî û birçîbûnê can dabûn.
DAIŞê bi hezaran jin û zarokê êzdî jî ji bo koletiyê bi wan bidin kirin revandibûn. (RT/AY)