Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li bajarê Tivaouaneya Senegalê ku welatê rojavayê Afrîkayê ye agir bi nexweşxaneyekê zayînê ketiye û di encamê de 11 zarokên nû ji dayik bûne mirin e.
Serokomar Macky Sall li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek daye û ragihandiye ku şewat li Nexweşxaneya Mame Abdou Ezîz Sy Dabakh derketiye. BBC ragihandiye ku sê pitik ji şewatê rizgar bûne.
Li gor pêşbîniyên destpêkê şewat ji ber qutbûneke di xeta elektrîkê de derketiye. Şaredar Demba Diop Sy ji medyaya herêmî re axivîye û diyar kiriye ku şewat pir bi lez belav dibe û tîmên hawarçûnê hîn li cihê bûyerê ne. Medya herêmî jî nivîsandiye ku nexweşxane nû vebûye.
Wezîrê Tenduristiyê yê Senegalê Abdoulaye Diouf Sarr ku li Cenevreya Swîsreyê beşdarî Civîna Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bûye û derbarê bûyerê de daxuyanî daye û gotiye, "Rewşeke pir nebaş e û pir bi êş e."
Sarr diyar kiriye ku derbarê mijarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji bo vegere Senegalê ew ê geşta xwe zûtir biqedînin.
Ji aliyê din ve ji bo şewata li nexweşxaneyê û mirinên ji ber şewatê li ser medyaya civakî bertek hatine nişandan.(SD/AY)