Di danişîna ku duh li 2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê pêk hat de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Qaqizmanê Mehmet Alkan hat birîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Alkan têkildarî cezayê ku lê hatiye birîn destnîşan kiriye û gotiye:
“Me bi daxwaznameyê rewş ji heyeta dadgehê re ragihand û daxwaz kir ku danişîn taloq bibe. Heyeta dadgehê di destpêkê de daxwaza me qebûl kir. Lê piştre hemû daxwazên me red kirin, li dosyayekî vala ji ber rê li ber qeyûmê vekin 6 sal û 3 meh ceza dan.”
Alkan diyar kir ku ger ew ne hevşaredar ba wê ev dosya bi beraetê encam biba û wiha got: “Lê ji bo rê li ber qeyûmê vekin biryarekî wiha derket. Em vê biryarê qebûl nakin. Ev desteserkirin e. Darbeya li ser îradeya gel e. Gelê me wê qebûl neke.”
Alkan anî ziman ku ew Şaredariya Qaxizmanê bi piştgiriya gel qezenç kir û wiha axivî: “Me şaredariya ku tevahiya 10 sal hatibû wêran kirin, di 10 mehan de serûber kir. Me xebat danî pêşiya xwe. Gelek proje danî pêşiya xwe. Lê dixwazin vê asteng bikin. 3 serdemin polîtîkayên qeyûmê li holê ne. Gelê me dizane bê ka ew çi dikin û wê qet vê yekê qebûl nekin. Kes nikare bêrêzî li vîna gel bike. Gelê mê wê dîsa bersivê bide kesên ku bêrêzî li wan dike.”