Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî wesayîta leşkerî êrişa bombeyî pêk hat û di encamê de 4 leşkeran jiyanên xwe ji dest dan, 4 jê giran 9 leşker jî birîndar bûn.
Êriş îro saet 14:00an de nêzî gundê Bêzelê ku 70 km dûrê navçeya Şemzînanê ye, pêk hat.
Serekaniya tirk bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êriş li dijî wesayîta zirxî ku ji bo konvoyê eskortiyê dikir, pêk hatiye.
Serekaniyê ragihand ku êriş ji hêla hêzên PKKê ve bi bombeya ji ewil de hatibû bicihkirin pêk hatiye û leşkerên birîndar jî sewqî nexweşxaneyan hatine kirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê de derbarê nasnameyên leşkerên kuştî û birîndar de tu agahî parve nekir. (EKN/YO)