Fotograf: Rojnameya Gerger Firatê
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Semsûrê piştî biryar hatibû stendin ku bêyî “destûrname” û “agahdarkirinê” wê nikaribin bazirganiyê bikin, hilberînêrên tûtinê dest bi çalakiyê kiribûn. Di çalakiyê de ji kesên ku hatibûn desteserkirin jê 10 hatine girtin.
Abdûrrahman Tûtdere, Parlamenterê Semsûrê yê CHPyê agahiya girtinê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandiye.
Tûtdereyî diyar kiriye û gotiye, cotkar bi tohmeta ku ‘ji bo pêkanîna sûc araste kirine’ û mixalîf bûne li dijî Qanûna Meşên Xwenîşandan û Civînê ya bi hijmar 2911ê hatine girtin.
Cotkarên ku hatine girtin ev in:
Abûzer Çalgan, Alî Yaprak, Cemal Ilik, Ozan Ozer, Bulent Goksu, Mehmet Yaylagul, Mehmet Neytullah Alagoz, Mûstafa Sonkaya, Tûgay Yıidiz û Abdurrahman Ozbayrak
Çi bûbû?
Di 1ê Tîrmehê de Qanûna Têkoşîna li dijî Qaçaxçîtiyê ya hejmar 5607ê hatibû guhertin. Li gorî vê guhertinê, êdî hilberînerên tûtinê bêyî destûrnameyê û agahdakirinê wê nikaribin vî karî bikin.
Hewce ye ku hilberîner û tûtinfiroş destûrnameyê ji Wezareta Çandinî û Daristanan werbigirin. Kesên bêyî destûrname bazirganiyê bikin ji 3 salan heta 6 salan wê cezayê girtîgehê li wan were birîn.
Piştî vê guhertinê çalakiya hilberîner û tûtinfiroşan destpê kiribû.(HA/AY)