Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gorî daneyên Rasatxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogaziçiyê, li gundê Kirmacik ê navçeya Samsatê ya Semsûrê duh saet 03.34ê erd hejiyaye ku mezinahiya wê li gorî pîvanga Richterê mezinahiya wê 5,4 bûye.
Serokatiya Birêveberiya Rewşa Awarteyê û ya Afetan a Serokwezîrtiyê (AFAD) aşkere kir ku mezinahiya erdhejê 5,1 e. Hatiye diyarkirin ku erdhej 13,4 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Di encama erdhejê de ti kes nemiriye lê li gorî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê 39 kes bi sivikî birîndar bûne. 35 kes hîna li nexweşxaneyan tên dermankirin. Herwiha hin avahiyên li navenda navçeyê û li gundan ziyan dîtine.
Tîmên AFADê u yên îtfaiyeyê dest bi xebata tespîtkirinê kirine û hin komeleyan dest bi xebata lîkariyê kirine.
Dibistan ji bo rojekê ketine betlaneyê
Di vê navberê de li navçeyê piştî ya mezin 8 caran erd hejiya ye ku mezinahiya wan di navbera 1,4ê û 2,7ê de ye.
Sedat Sezîk Qaymeqamê Samsatê ji Ajansa Anadolûyê re aşkere kiriye ku dibistanên seretayî û yên navîn, ji bo roketê ketine betlaneyê.
Sezîkî ew agahî daye ku li Riha, Dîlok, Amed û hin navçeyên derdorê jî erd hejiyaye.
Serokwezîrî daxuyaniyek belav kir
Bînalî Yildirimî piştî ku erd hejiya peyamek weşand û dilxweşî li welatiyan kir. Yildirimî got ku ti kes nemiriye û Serokwezîrtiyê dest bi xebatan kiriye. (TP/FD)