Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Semsûrê di dema operasyonê de bombeyek ku li ser destan hatiye çêkirin, teqiya ye û di encamê de leşkerek miriye.
Walîtiya Semsûrê aşkere kiriye ku piştî teqîn çêbûye, yekîneyek leşkerî çûye cihê bûyerê. Dema yekîne gihiştiye cihê bûyerê, leşkerên din bi şaşî gule bera wan dane û sê leşkerên din li vir mirine.
Heşt kes hatine desteserkirin
Daxuyaniya Walîtiyê li ser malpera fermî hatiye belavkiin û hatiye destnîşankirin ku bûyer li Gundê Kuyucakê yê Semsûrê pêk hatiye.
Li gorî vê daxuyaniyê piştî teqîn pêk hatiye, yekîneyek leşkerî bi wesayiteke sivîlan çûne cihê bûyerê. Walitiyê gotiye ku, “Leşkerên li herêmê gotine belkî ew wesayita sivîlan a terorîstan be û dixwazin birevin. Li ser vê gule bera wesayitê dane”. Di encama vê gulebaranê de 3 leşkerên din mirine.
Walîtiyê diyar kiriye ku ji ber vê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û heşt kes hatine desteserkirin. (AS/FD)