Li sê navçeyên ku ji-nû-ve hilbijartin hatibû kirin, encam dîyar bûne
Li gor encamên ne fermî li navçeya Keskinê ya Artvînê û navçeya Yusufeliyê ya Artvînê berbijarên AKPyê, li navçeya Hozanê ya Denizlîyê berbijarê CHPyê bi ser ketiye. Li beldeya Kesmetepe ya Semsûrê berbijarê DSPyê bi ser ketiye.
![Li sê navçeyên ku ji-nû-ve hilbijartin hatibû kirin, encam dîyar bûne](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/209/076/original/mr.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor encamên ne fermî li navçeya Keskinê ya Artvînê û navçeya Yusufeliyê ya Artvînê berbijarên AKPyê, li navçeya Hozanê ya Denizlîyê berbijarê CHPyê bi ser ketiye. Li beldeya(nehiyeya) Kesmetepeyê ya Semsûrê berbijarê DSPyê bi ser ketiye.
Lijneya Bilind a Hilbijartinan 27ê Adarê biryar dabû ku li sê navçe û beldeyekê hilbijartin bê kirin. 31ê Adarê hilbijartin hatibû kirin.
Sê hilbijartinên dî
Li gor biryarên YSKyê sê hilbijartinên dî dê bê kirin. 23yê Hezîranê hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, 21ê Tîrmehê li beldeya Demirciyê ya Aksarayê, 4ê Tebaxê li beldeya Suvarliyê ya Semsûrê hilbijartin ê bê kirin.
(TP/MB)