Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Derbarê hevşaredarên Yenişehir, Peyas û Çelê ku çend roj ewil hatibûn binçavkirin de, biryara girtinê hat dayîn. Piştre li her sê şaredariyan qayûm hatin tayînkirin.
Bi vî awayî hejmara şaredariyên DBPî ku qayûm lê hatine tayînkirin derkete 41an.
Hevşaredarên hatin girtin ji wezîfeyê jî hatin avêtin
Hevşaredarê Yenişehirê Mehmet Selîm Kurbanoglu, Hevşaredarê Peyasê Mehmet Ali Aydin û Hevşaredarê Çelê Servet Tunç di 7ê Kanûnê de bi îdiya “endamên rêxistinê ne” hatibûn girtin.
AAyê ragihand ku her sê hevşaredar ji wezîfeyê jî hatine avêtin.
Qaymeqamê Yenişehirê Mehmet Ozel, Qaymeqamê Peyasê Mustafa Kiliç û Qaymeqamê Çelê Mehmet Mut li şaredariyên navçeyê weke qayûm hatin tayînkirin.
(BK/YO)