Ji bo nûçeya Îngîlîzî / Tîrkî bitikîne
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Sêrtê qayûm hatin erkkirin.
Li Şaredariya Mêrdînê waliyê bajêr Mustafa Yaman, Li Şaredariya Sêrtê alîkarê waliyê bajêr Ceyhun Dilşad Taşkin û li Şaredariya Wanê jî waliyê bi navê Îbrahîm Taşyapan weke qayûm hatin erkkirin.
Bi vî awayî ji 11ê Îlonê vir ve hejmara şaredariyên DBPê ku qayûm lê hatiye erkkirin gihişta 34an.
Hevşaredarên bijartî hatin binçavkirin, girtin û ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Derbarê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk de bi îdiya “xerakirina yekîtiya dewletê, ji bo rêxistinê peretemînkirin, ûreşkirina miletê tirk” lêpirsîn dabûn destpêkirin.
Ahmet Turk îro ji wezîfeyê hat dûrxistin.
Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan jî duh di serdegirtina mala xwe hate binçavkirin. Bakirhan îro di saetên sibehê bi îdiya “endamê rêxistinê ye” hat girtin.
Hevşaredarên Dêrsimê Mehmet Alî Bul û Nûrhayat Altun duh li bajêr, Hevşaredar û Parlementera Dêrsimê ya berê Edibe Şahin jî duh li Stenbolê hatibûn binçavckirin. Her sê jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Li Şaredariya Dêrsimê jî qayûm hat erkkirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya ku bi sedhezeran dengan ve hatibû bijartin îro hat binçavkirin. Hat ragihandin ku polîsan avêtine ser avahiya şaredariyê jî û li wir jî 4 xebatkarên şaredariyê binçavkirin û li avahiyê jî lêgerîn dewam dike. Piştî binçavkirina Bekir Kaya qayûm li şaredariyê hat erkkirin.
(ÇT/YO)