Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Qaymeqamê Geverê Mahmût Kaşikçi li Şaredariya Geverê weke qayûm hat tayînkirin.
Hevşaredarên Geverê Rûken Yetişkin û Tacettin Safali ji ber daxuyaniya Rêveberiya Xweseriyê di 15ê Cotmeha 2015an de ji kar hatibûn avêtin.
Piştî vê yekê Adîle Kozay û Husnû Beşer weke cîgirên hevşaredarên Geverê hatibûn bijartin. Husnû Beşer di 15ê Nîsana 2016an de, Adîle Kozay jî di 9ê Kanûnê de hatibûn girtin.
Îro bi biryara Wezareta Karên Navxweyî ve Qaymeqamê Geverê Mahmût Kaşikçi li Şaredariya Geverê weke qayûm hat tayînkirin.
Li Şaredariya Akdenizê jî qayûm...
Qaymeqamê Akdeniza Mêrsînê Hamdi Bilge jî li Şaredariya Akdenizê weke qayûm hate tayînkirin.
Hevşaredara Akdenizê Yuksel Mutlu di 12ê Kanûnê de hatibû binçavkirin û derbarê Hevşaredar Fazil Turk de jî biryara binçavkirinê heye.
Derdora avahiya şaredariyê ji hêla polîsan bi wesayîtên zirxî ve hatiye dorpêçkirin.
Li 45 şaredariyên DBPî qayûm hatin tayînkirin
Heta îro (19ê Kanûnê) li 45 şaredariyên DBPî qayûm hatin tayînkirin.
Hejmara hevşaredarên DBPî ku hatine girtin jî gihiştiye 64an.
(ÇT/YO)