Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Qaymeqamê Milazgirê Soner Kirli piştî girtina hevşaredaran weke qayûm li şaredariyê hat tayînkirin.
Hevşaredarên Milazgirê Halis Coşkun û Memnûne Soylemez di 29ê Mijdarê de bi îdiayên “endamê rêxistinê ne”, bi fînansê dayîna piştgiriyê” ve hatibûn girtin.
Li gorî nûçeya AAyê Walîtiya Mûşê bi erêkirina Wezareta Karên Navxweyî ve her du hevşaredaran ji wezîfeyê dûr xistine, û qaymeqamê navçeyê jî qeke qayûm lê tayîn kirine.
Li 36 şaredariyên DBPî qayûm hat tayînkirin
DBPê di hilbijartinên 2014an de li 10 bajêr û 96 navçeyan serkeftî bûbû û şaredariyan bdest xistibû.
Bi Şaredariya Milazgirê ve hejmara şaredariyên DBPê ku qayûm lê hatine tayînkirin, derkete 36an.
(BK/YO)