Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî ku Wezareta Karên Hundir hevşaredarên Hezexê ji wezîfeyê avêtin, îro qayûm li şaredariyê hat tayînkirin.
Polêsan îro avêtin ser mala Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan û ew bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat binçavkirin.
Hejmara şaredariyên ku lê qayûm hatine tayînkirin gihişt 29an. 25 şaredarî yên DBPê ne.
Hevşaredara Hezexê yê din Nevîn Girasun e û ew jî di meha Tebaxê de bi îdiaya “piştgirî daye rêxistinê” hatibû girtin.
Her du hevşaredar jî duh bi biryara Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatin hildan.
Wezaretê îro jî bi biryarekê ve Qaymeqaymê Hezexê Ersin Tepeliyê qeke qayûm li şaredariyê wezîfedar kir.
Endamê meclisa şaredariyê dema bihîstin ku qaymeqam Ersin Tepeli li şaredariyê weke qayûm hatiye wezîfedarkirin, avahiyê terk kirin.
Hêzên artêşê jî li avahiya şaredariyê ve al tirk daliqandin.
12 hevşaredar girtî ne
Hejmara şaredariyên ku bi biryhara Wezareta Karên Hundir ve lê qayûm hatine tayînkirin gihişt 29an. 25 şaredarî yên DBPê ne.
Hevşaredarên DBPê beriya tayînkirina qayûman ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin û 12 hevşaredar jî girtî ne.
(NV/YO)