Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Cumali Atilla ku piştî girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli weke qayûm hate tayînkirin, îro ligel kûçikê emniyetê re hat şaredariyê.
Serokê Daîreya Çad û Hunerê ya Şaredariya Amedê Cevahir Sadak Duzgun ji bianet’ê re axivî. Sadak-Duzgun diyar kir ku deriyên ku 7 roj ewil dema binçavkirina hevşaredaran de hatibûn şikandin îro dîsa hatine şikandin û got ku îcraeta yekem ya qayûmê ew bû ku kartên personelan ku li ser îmzeya Kişanak heye guhert û navê xwe li ser nivîsî.”
Polîsan di saet 7:30an de 2 endamên meclisê binçav kirin
Cevahir Sadak Duzgun bûyerên ku îro di saetên sibehê de pêk hatine, wiha anî ziman:
“Dema polîs hatin nava avahiyê 25 kes ku di nav de Parlementerê HDPê Ziya Pir, alikarên sekretê giştî yê şaredariyê, endamên meclisê jî di nav de bûn, li salona meclisê nobet digirtin. Polîsan ji wan re gotin ku bila derkevin derve. Wan jî gotin ku hetanî her du endamên meclisê ku hatin binçavkirin serbest neyên berdan, ew ji hundir dernakevin.”
“Di îcraeta xwe ya yekem de kartan guhertin”
“7 roj ewil deriyên ku hatibûn şikestin îro dîsa şikandin. Bi kûçikan ve hatina av ahiya şaredariyê. Hemû korîdoran girtine. Ligel kûçikan ve lêgerîn dikin.
“Qayûm gazî serokê daîreya personelan kiriye û talîmat daye wan ku kartên parsonelan were guhertin. Li ser wan kartan navê Gultan Kişanak dinivîsî. Li ser kartên nû wê navê qay3um were nivîsandin. Îcraeta wî ya yekem jî wiha bû.”
“Yên ku di qata yekem dixebitîn, hilnadine avahiya şaredariyê”
“Niha xebatkarên şaredariyê piştî kontrola nasnameyê û lêgerînê paşê dikarin biçin avahiya şaredariyê.
“Li qata yekemîn ku lê odeyên serokan, sekreteriyê, nûnerên partiyên siyasî hene û nahêlin ku kes biçe wir.
“Yên ku di qatên din de dixebitin dikarin biçin şaredariyê lê, li gorî agahiyên ku wan dane me, li wir jî ligel kuçikên polêsan lêgerîn tê kirin. Hemû kursî, mase û dosye bela wela kirine, yanê ti xebateke pêk nayê.”
Xebatkar li ber avahiya şaredariyê ne
“Qayûmî tenê gazî Mudirê Qelemê kiriye û ew jî yek bi yek gazî mudirên din dike.
“Heta niha kes gazî min (Çamd-Huner) nekiriye. Lê gazî mudirên xebatên civakî, personel, xebatên derdor û ragihandinê kirine.”
(ÇT/YO)