Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Îbrahîm Akkûşî ji ber ku li Samsûnê kêmasî û şaşiyên şîrketa nexweşxaneya dewletê di nûçeyên xwe de nivîsandiye, rastî êrîşê hatiye.
Akkûşî di nûçeyên xwe de behsa van kêmasî û şaşiyên şîrketa miteahît kiriye û paşê xebatkarên vê şîrketê êrîşî wî kirine.
Akkûşî beriya ku Newxeşxaneya Dewletê ya navçeya 19ê Gulanê ya bi 15 milyon lîreyê çêbûye, kontrol kiriye û hin kêmasî tê de dîtine. Piştî wê jî nûçeya vî tiştî çêkiriye.
Duh deriyê nexweşxaneyê bi awayekî fermî hatiye vekirin û Akkûş careke din çûye da ku kontrolê bike. Rojnameyên herêmî di nûçeyên xwe de gotine “Nexweşxaneya Dewletê ya 19ê Gulanê îro bi kêmasî û şaşiyên çêkirinê dest bi xizmetguzariyê kir.”
Piştî merasîma vekirina nexweşxaneyê Akkûş ji bo zanyariyên derbarê rewşa bicihbûn û avadaniya nexweşxaneyê de bizanibe, çûye Şaredariya 19ê Gulanê. Xebatkarên şîrketa nexweşxane çêkirine, li nava avahiya şaredariyê êrîşî Akkûşî kirine.
Akkûş ji bo ji destê wan xwe rizgar bike, gaza rondikij bi ser wan de reşandiye. Piştî êrîşê çûye nexweşxaneyê û rapora derblêdanê wergirtiye. Her weha giliyê 3 êrîşkaran kiriye. Êrîşkar piştî desteserkirinê serbest bûne.
Akkûş piştî êrîşê wiha axiviye: “Telefonî min kirin û ji min re gotin ku tu li ku derê yî. Paşê hatin êrîşî min kirin. Bi boriyên xaza sirûştî li min dan. Ji bo ku ez xwe biparêzim min gaza rondikrij bi ser wan de reşand. Bi tenê ji bo zerar negihê dewletê min bi tenê nûçeya wan kêmasiyan çêkir ku min ew dîtin. Ji ber wê êrîşî min kirin.”
Xebatkarên heman şîrketê berê jî gef li Akkûşî xwaribûn.
Di 6 mehan de êrîşî 11 rojnamegeran kirine
Li Tirkiyeyê di şeş mehên destpêkê yên salê de êrîşî 11 rojnamegeran, di 2020an de êrîşî 18 rojnamegeran, di pênc salên dawiyê de jî êrîşî 139 rojnamegeran kirine. Rojnamegerên ku di sala 2021an de êrîş li wan hatiye kirin ev in:
Ahmet Atmaca: Nûçegîhanê DHAyê. Li Dîlokê kesek hatibû kêrkirin û can dabû. Atmaca ji bo bûyerê bişopîne çûbû Saziya Tiba Edlî. Xizmên qurbaniyê îrêşî Atmacayî kiribûn. 10ê Hezîrana 2021an – Dîlok
Huseyîn Arîf Çakmak: Berpirsê Weşanê yê Rojnameya Îstîklalê ye. Li navenda rojnameyê ya li Zeytînbûrnûyê kesekî biçek êrîşî wî kiribû. Polîsan êrîşkar girtibûn. 12ê Gulana 2021an – Stenbol
Hazim Ozsû: Bernameçêkerê radyoyeke herêmî ye. Halîl N., guhdarê bernameya wî êrîşî wî kiribû. Ozcu li cihê bûyerê can dabû. 15ê Adara 2021an – Bûrsa
Levent Gultekîn: Dema diçû bernameya “İki Yorum” (Du şîrove) ya Halk TVyê êrîşî wî kiribûn. 8ê Adara 2021an – Stenbol
Ferrûh Varanoglû: Qunciknivîsar. Kesekî ku nasnameya wî nediyar bi çekê êrîşî wî kiribû. Gule bera lingê wî dabû. 16ê Sibata 2021an – Bûrsa
Îzzet Tinmaz: Xwediyê İlk Havadîsê û Koordînatorê Nûçeyan ê Anadolu’nun Sesi ye. Dema diçû nûçeyê du kesan wesayita wî dane sekinandibûn û bi daran lê dabûn. 9ê Kanûna Paşiyê ya 2020an – Aksaray
Kismet Sariyildiz û Mûrat Ûçkaç: Nûçegîhanê Rojnameya Hedefê û yê IHAyê. Xizmên esrarfiroşekî li ber edliyeyê êrîşî wan kiribûn.
Afşîn Hatîpoglû: Bernameçêkerê KRT TVyê. Kesên bi rûpoş li ber mala wî êrîşî wî kiribûn. 14ê Kanûna Paşiyê ya 2021an
Orhan Ûgûroglû: Nûnerê rojnameya Yeniçagê yê Enqereyê ye. Serê sibehê dema wê li wesayita xwe siwar bibe, çar kesan bi daran êrîşî wî kiribûn. Ji milê xwe birîndar bûbû. 15ê Kanûna 2021an – Enqere.
(HA/FD)