Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li navçeya Hendek a Sakaryayê li derdora Çamlica Kosekoyê traktora ku karkerên demsalî tê debûn rastî bûyera trafîkê hat. Hat zanîn ku karker ji Amedê, ji bo komkirina bindeqan çûne Hendekê.
Li gorî zanyariyên pêşiyê 7 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn. Birîndar ji hêla ambûlans û wesayitên şexsî rakirine nexweşxaneyên bajar.
Di rojekê de 3 bûyerên trafîkê çêbûbûn
Bi hatina demsala palehiyê re di dema guhastina karkerên demsalî de ji ber ku tedbîr nayên standin hejmara bûyerên trafîkê zêde dibin. 10ê Tebaxa 2017yê li Malatya, Adiyaman û Enqereyê wesayitên ku karkerên demsalî barkiribûn qeza kiribûn. Di encama van qezayan de 3 karkerên demsalî miribûn, bi giştî 47 kes jî birîndar bûbûn.
Komisyona lêkolînê hat avakirin
Ji bo ku pirsgirêkên karkerên demsalî bên tespîtkirin û pêşniyarên çareseriyê bên pêşkêşkirin di sala 2014yê de li Parlamentoyê Komisyona Lêkolînê hatibû avakirin. Komisyonê xebatên xwe di Adara 2015yê de qedandibû û raporek pêşkêş kiribû. Di vê raporê de pirsgirêkên veguhestinê bi awayekî berfireh hatibûn destnîşankirin û pêşniyarên ji bo çareseriyê jî hatibûn pêşkêşkirin. (HK/FD)