Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dema wesayîtekê bermayiyên fîşekên hewayî yên fabrîkaya li Hendeka Sakaryayê vediguhest cihekî din, teqîn pêk hatiye. Li gorî zanyariyên destpêkê sê leşker mirine.
Wesayît bermahî ji Hendekê ber bi navçeya Adapazariyê ve dibir. Dema hatiye Taşkisiyê liv ir teqîn pêk hatiye. Piştî teqînê ekîbên rizgarkirinê û yên dermankirinê çûne cihê bûyerê.
Çetîn Oktay Kaldirim, Waliyê Sakaryayê gotiye ku dema teqemenî vediguhestin cihekî din teqîn pêk hatiye. 3 leşker mirine, 12 kes jî birîndar bûne.
Çi bûbû?
Li Yukariçalicaya Hendekê 3yê Tîrmehê saet di 11.15 deqîqeyan de li fabrîkaya fîşekên hewayî teqînekê rû dabû. Di encama teqînê de 7 kes miribûn û 122 kes birîndar bûbûn.
Dermankirina 4 kesan hê dewam dike.
Serdozgeriya Komarî ya Sakaryayê ji ber teqînê lêpirsîname amade kiribû û bi fermana Serdozgeriyê midûrê berpirsyar A.A, pisporê ewlekariya karî A.B, serhoste E.O. û H.A.V. hatibûn desteserkirin. Piştî jêpirsîna dozgerî bi destê Dadgeriya Ceza û Silhê ya Hendekê bi tohmeta ku " di mirina ji kesekî zêdetir mirovan de xwedîkêmasî ye" hatibûn girtin.
Piştî van desteserkirinan herdu xwediyên fabrîkayê hatibûn desteserkirin. Dozgerî ji şikbaran bav Ali Riza Coşkun bi şertê kontrola edlî serbest hiştibû, kurê wî Yaşar Coşkun bi daxwaza girtinê şandibû dadgeriya nobedar. Dadgeriyê jî biryara girtina Yaşar Coşkunî dabû. (AO/FD)
*Çavkanî û Fotograf: AA