Fotograf: Sputnîk
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê daxuyanî daye û gotiye, “Li gorî zanyariyên ku hatine nûkirin yên Navenda Tipa Bilez ya Federal, di bûyera ku li Zanîngeha Dewletê ya Permê pêk hatiye de, 6 kes mirine. 24 kesên ku brîndar bûnin jî alîkariya bijîjkî digirin.”
Svetlana Petrenko, Berdevka Komîteya Lêpirsînê daxuyanî daye û gotiye ku êrişkar berê xwendekar bûye di dema desteserkirinê de li berxwedaye û brîndar bûye.
Di daxuyaniya Zanîngeha Dewletê ya Permê de jî hatiye gotin ku kesekî nasnameya wî nediyare bi çekan ketiye kampusa zanîngehê û gule reşandiye.
Li gorî daxuyaniya Komîteya Lêpirsînê ku roja Duşemê hatiye dayîn, hejmara kesên ku di encama êrişa çekdarî de brîndar bûne, gîhaştiye 28an.
Êrişkarê Permê ji aliyê polîsek ve bi brîndarî hatiye zeftkirin. (PT/AY)