Fotograf: Eylem Nazlier / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber ku desteserkirin û girtina rojnamegeran protesto kirine, doz li edîtora ETHAyê Pinar Gayîp, nûçeîhana rojnameya Evrenselê Eylem Nazlier, nûçegîhana Direnişteyiz.orgê Esra Soybîr, nûçegîhana Yekîtiya Têkoşînê Serpîl Unal, nûçegîhana Gazete Patîkayê Yadîgar Aygun û rojnameger Zeynep Kûrayê hatiye vekirin.
Rojnamegeran di 29ê Nîsanê de xwestibû li ber avahiya Operaya Sureyyayê ya Kadikoyê desteserkirin û girtina hempîşeyên xwe yên li Amed û Enqereyê protesto bikin. Lê beriya çalakiya wan dest pê bike, polîsan ew desteser kiribû.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê rojnamegeran de doz vekiriye. Dozger Okan Yildizî îdianame ji bo rojnamegeran amade kiriye.
Dozgerî di îdianameyê de diyar kiriye ku polîsên Midûriyeta Emniyetê ya Kadikoyê li ser medyaya civakî dîtiye ku wê li ber avahiya Operaya Sureyyayê çalakiyek pêk bê û paşê jî Qaymeqamiya Kadikoyê çalaki qedexe kiriye.
Her weha diyar kiriye ku polîsan zanyariya qedexekirinê daye rojnamegerên çalakger û digel hişyarkirinê jî ew belav nebûne. Di vê demê de sloganên mîna “Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin, rojnamegerî ne sûc e, em ê bêdeng nebin” berz kirine.
Dîroka çalakiyê şaş nivîsiye
Dozgerî îdia kiriye ku çalaki ne qanûnî bû û li xwe mikur hatiye ku rojnamger bi darê zorê hatine desteserkirin.
Di îdianameyê de hatiye gotin ku rojnameger li dijî Xala 32/1ê ya Qanûna Meşên Xwenîşandanê û Civînan derketine û divê ji 6 mehan heta 3 salan bi cezayê girtîgehê bên cezakirin.
Dozgerî di îdianameyê de dîroka çalakiyê şaş nivîsiye. Li gorî dozgerî çalaki di 7ê Tîrmeha 2023yan de pêk hatiye lê rojnamegeran di 29ê Nîsanê de çalaki pêk anîbû.
Dadgeha 22yan a Asliye Cezayê ya Stenbolê îdianame pejirandiye û danişîna yekem jî wê di 10ê Kanûna Paşiyê ya 2024an de pêk bê. 10ê Kanûna Paşiyê her weha Roja Rojnamegerên ku Kar Dkin e.
Rojnameger Eylem Nazlierê got ku delîlên îdianameyê nînin û divê polîs bên dadgehkirin.
Serpîl Unalê jî diyar kiriye ku dema ew çûne cihê çalakiyê, çalaki ne qedexe bû, lê paşê biryar hate girtin û derb li me dan û destê me ji paş de kelemçe kirin. (HA/FD)