Li Rêvebira Nûçeyan a JINNEWSê Oznur Degerê bi tohmeta ku "propagandaya rêxistinê kiriye" dozeke nû hat vekirin.
Serdozgeriya Komarî ya Wanê lêpirsîn daye dest pê kirin û di çarçoveya wê lêpirsînê de îdianame hatiye amadekirin.

Li rojnameger Oznur Degerê dozek nû vekirin
20 Nîsan 2026
Her weha îdianame ji aliyê 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qebûlkirin.
Nûçeyên ku Oznurê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê astengkirî parve kirine wekî sedem hatine nîşandan.
Danişîna yekem a îdianameyê ku ji hêla 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hatiye qebûlkirin dê di 19ê Kanûna Paşîna 2027an de were lidarxistin.
(AY)

