Derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Berîvan Kûtlûyê de bi sedema ku beşdarî weşanên li ser televîzyonê yên têkildarê erdhejên 6ê Sibate 2023an bûye, doz hate vekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” îdianameya Kûtlûyê amade kiriye. Her weha îdianame ji aliye 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate qebûlkirin.
Danişîna dozê wê di 16ê Cotmeha 2025an de bê lidarxistin.
Di îdianameyê de ev gotina Berîvan Kûtlûyê a li ser weşana televîzyonê weke sûc hatiye nîşandan:
“A rast ne xebateke lêgerîn-xelaskirinê ye, hewldana windakirina delîlan e. Cerdevanên ku ji Şirnexê hatine mirovan dûr dixe. Mirovan bi mirinê re rûbirû dihêlin”
Her weha di îdianameyê de parvekirinên Berîvan Kûtlûyê yên ser hesabê Xê jî wek sûc hatine nîşandan.
Her weha di îdianameyê de gotinên “Di encamê de; di çarçoveya xebatên weşan-çapemeniya rêxistinê de, di nava girseyê de temîna endaman û sazkirina xebatên propagandayê, ragihandina xebatên îllegal ji bo endamên rêxistinê, hêsankirina pêkanîna xebatên rêxistinê di çarçoveya îdeolojiya rêxistinê û hewla bicihanîna xebatan (...)” cih girt.
(AY)

