Rêveberiya Xweser a Rojavayê dema qedexeya derketina derve ya ji ber belavbûna vîrusa koronayê heta dawiya betlaneya Cejna Remezanê dirêj kiriye.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser qedexeya derektina derve ya ji ber koronayê heta dawiya betlaneya cejnê dirêj kiriye.
Biryara ku ji deh xalan pêk tê wiha ye:
-Qedexeya ku heye bi şertên nû heta piştî bêhnvedana Cejna Remezanê wê berdewam bike,
-Dema qedexeyê ji saet 19.00 heta 06.00ê sibeha roja din wê berdewam bike.
-Hemû dikan û pîşe ji saet 06.00 sibeta heta 19.00 wê bên vekirin.
-Otobus û teksî di nav bajaran û di navbera bajaran de li gor rênimaiyên tendirustiyê wê kar bikin
-Deriyên sînor girtî dimînin heta biryar ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve were girtin.
-Welatî dikarin merasîmên xwe yên olî li mizgeft û peristgehan di hefteya dawiyê ya rojiyê de bikin.
-Di dirêjahiya dema qedexeya derketina derve de çayxane, xwaringeh, cafeterya, dibistan û zanîngeh wê girtî bimînin.
- Li Hesekê ji ber derketina vîrûsa koronayê tedbîrên cuda têne cîbicîkirin. Pêwîste rêveberiya Cizîrê li gorî pêşketinên rewşê tedbîrên guncaw bigirin.
-Pêkanîna biryarê ji bo hemû kesî derbas dibe. (AY/FD)
* Çavkanî - Fotograf: Rûdaw