Li Rojavayê, Kurd li dijî biryara hikumeta Sûriyeyê a ji bo kurdî daketin qadan
Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê di 27ê Tebaxa 2026an de ji bo rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê biryareke bi hejmar 2068/943 derxist.
Li gorî biryarê, xwendekar dê di hefteyê de 3 saetan bi Kurdî bixwînin. Ev biryar derfetê dide ku zimanê kurdî wekî zimanekî niştimanî li dibistanên fermî û taybet ên li deverên Kurdan bibe beşeke bernameya dersan.
Di çarçoveya ve biryarê de, xwendekar dikarin dersên zanistên civakî yên weke dîrok, cografya û felsefe bi erebî an jî kurdî bixwînin. Lêbelê dersên zanistî yên wekî bîrkarî/matematîk, fîzîk, kîmya û biyolojî dê bi zimanê Erebî bin.
Malbat, xwendekar û dersdêrên ku bi salan e hemû dersan bi kurdî dixwînin û bi kurdî didin, li dijî biryara wezaretê derketin û qebûl nakin ku perwerdeya bi kurdî bi 3 saetan were sînordarkirin.

Di vê çarçoveyê de li 7 bajarên Rojavayê banga giştî hat kirin ku îro saet di 18:00an de xwepêşandan werin lidarxistin.
Bajarên ku dê xwepêşandan lê were kirin, ev in:
Qamişlo: Bajarê Ciwanan
Hesekê: Çerxerêya Kevokê
Dêrik: Qada Azadiyê
Amûdê: Çerxerêya Neynikê
Dirbêsiyê: Çerxerêya Neynikê
Tirbespî: Çerxerêya Azadiyê
Girkê Legê: Qada Giştî
Îro, dê û bav û xwendekar û welatiyên Kurd li bajarê Qamişlo têkildarî mijarê daxuyaniyek weşandin û daxwaza sererastkirina biryara Wezareta Perwerdeyê ya derbarê zimanê kurdî de kirin û daxwaz kirin ku mafê xwendekaran ji bo fêrbûn û perwerdekirina bi zimanê dayikê were misogerkirin.
Daxuyanî li ber avahiya Rêveberiya Herêma Qamişlo ji aliyê Henan Bekir ve, bi amadebûna xwendekaran û dê û bavên wan, hate xwendin. Piştî xwendinê, daxwazên xwendekar û dê û bavan ji gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hessamre hate pêşkêşkirin.
Hesekê: Dersdêran xwestin kurdî bibe fermî

Li bajarê Hesekê jî mamoste xwepêşandan li dar xist û ji Wezareta Perwerdeyê xwestin ku xwendin bi zimanê kurdî be.
Li bajarê Hesekê mamoste derketin xwepêşandanê û biryara Wezareta Perwerdeyê red kirin. Xwepêşandan li pêşiya avahiya Perwerdê ya bajarê Hesekê bi rêxistin kirin.

Di xwepêşandanê de pankartên li ser "Jiyan bê ziman nabe", "Zimanê kurdî nasnameya me ye" û "Ji mafê me ye em bi zimanê dayîkê bixwînin" hatin hilgirtin.
Her wiha di xwepêşandanê de daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin.
Daxuyanî û daxwazên hevpar ên bajarên Rojavayê hatin dayîn ev in:
"Me biryara Wezareta ku di dîroka 27/8/2026de derket û têkildarî serrastkirina rêwimayên cîbicîkar ên ku di dîroka Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê nirxand, bi taybet danpêdanên taybet bi Desteya Perwerdeya neteweyî, xwendina wê di dibistanên nîvîna bi zimanê kurdî wekî zimanê kom a dawîn a pileyan de.
Ev gav di rêya danpêdana fermî ya bi zimanê kurdî de pêşketineke giring e, lê em piştrast dikin ku ev danpêdan, tevî giringiya wê, hin pêşxistina qanûnsaz û perwerdeyî heye da ku bikaranîna mafê zimanî bêkêmasî were misogerkirin.
Mijar ne tenê têkildarî zêdekirina zimanê kurdî wekî materyaleke xwendinê ye, lê têkildarî mafekî zimanî ye ku girêdayî wekhevî û mafekî zimanî, çandî û perwerdeyî yê girtina bi zimanê wan ê dayikê ye. Herweha têkildarî mafê zarok, şagird û xwendekaran ê fêrbûna bi zimanê wan ê dayikê û bikaranîna wî ya di bidestxistina zanînê de ye.
Em dibînin ku cudahiyeke cewherî di navbera fêrkirina zimanê kurdî û fêrkirinê bi zimanê kurdî de heye. Hebûna ziman a sê saetên di heftîyê de gava pêşîn e, lê têrê nake ku zimanê kurdî bike zimanê fêrkirin û zanînê û nabe ev biryar bibe banekî dawîn ê vî mafî.
Herweha em piştrast dikin ku mafê ziman nabe ku mafekî erdnîgarî yê girêdayî hebûna “rêjeyeke berçav” a hemwelatiyên kurd li herêmeke diyarkirî be; zimanê dayikê bi guhartina cihê niştecihbûnê nayê guhartin û xwendekarê kurd li ku dera Sûriyeyê be, mafê wî yê fêrbûna bi zimanê xwe ji dest nade.
Em tekez dikin ku xwendekar û şagirdên niha li dibistanê dixwînin berçav werin girtin. Nabe ku sûdgirtina ji sîyaseta nû tenê bi nifşên nû yên ku dê di siberojê de derbasî dibistanê bibin, sînordar be û di heman demê de îro nifşek heye ku bi salan derfeta wî çênebûye ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe. Serrastkirina bandora bêparîya zimanî pêwîst e xwendekarên niha bi rêya bernameyên veguhêz û qerebûyî yên li gor temen û astên wan ên xwendinê bigire nav xwe.
Herweha em piştrast dikin ku xurtkirina zimanê kurdî nayê wataya dûrxistina zimanê erebî yan jî daxistina ji nirxê wî, lêbelê tê wataya avakirina nimûneyeke perwerdeyî ya duzimanî ku zimanê dayikê yê xwendekar diparêze û di heman demê de xurtbûna wî ya di zimanê erebî de û fêrbûna zimanên bîyanî jî misoger dike. Bi vê yekê wekhevî, girêdan û yekîtîya neteweyî xurt dibe.
Xwepêşanderan daxwazên xwe weha rêz kirin:
1. Pêşxistina biryara wezaretê ya hejmar 68/943/ da ku bibe gaveke ber bi misogerkirina fêrbûna bi zimanê kurdî û ne tenê rêxistina fêrkirina wê wekî materyaleke fêrkirinê.
2. Misogerkirina mafê xwendekar û şagirdên kurd di fêrbûna zimanê wan ê dayikê da li hemû aliyên Sûriyeyê û negirêdana vî mafî bi cihê niştecihbûnê yan bi rêjeyeke niştecihî ya destnîşankirî ve.
3. Pêwîst e her nezelalîya di pîvana “herêmên ku di wan de rêjeyeke berçav a hemwelatiyên kurd hene” ji holê rabe û pîvanên zelal û aşkere werin danîn da ku jihevcihkirina di navbera xwendekaran de li gor niştecihbûna wan ji holê were rakirin.
4. Pêjirandina sê waneyan di heftîyê de pêwîst ene wekî banekî dawîn ê fêrbûna zimanê kurdî were hesibandin.
5. Danîna planeke demî ya zelal a çûna hin bi hin ji fêrkirina zimanê kurdî ber bi fêrkirina bi zimanê kurdî ve û di hejmara zêdetir a materyalan de heta ku bigihîje nimûneyeke fêrkirinê ya duzimanî di pêvajoyên guncav de.
6. Misogerkirina sûdgirtina xwendekar û şagirdên ku niha li dibistanan in ji siyaseta nû ya fêrkirinê û sînordarkirina vî mafî bi nifşên bê.
7. Amadekirina mamosteyên ku dikarin bi zimanê kurdî di hemû astan û di hemû materyal û beşan de fêr bikin û sînordarkirina kadroyên fêrkirina zimanê kurdî tenê.
8. Sûdgirtina ji pêşnivîsên perwerdeyî yên ku berê di warê perwerdeyê bi zimanê kurdî de hene, bi taybet bi hezaran mamosta û karmendên di qada perwerdeyê de yên xwedî pêşnivîsên curbicur û vekirina rêyê li pêş wan da ku di prosesa perwerdeyî ya fermî de beşdar bibin li gor bingehên akademîk ên zelal û bê duristina paşguhkirin.
9. Amadekirin û pêşxistina tegihên zanistî û akademîk ên pêwîst.
10. Tevlîkirina çand, wêje, dîrok û kevneşopiya kurdî di mihênahên neteweyî de bi awayekî zanistî û hevseng ku tê girêdayîya çand û dîroka civaka sûrîyeyî derxîne pêş.
11. Misogerkirina berdewamûna fêrkirina zimanê erebî li gel zimanê kurdî, herweha pêjirandina fêrkirina duzimanî wekî rêyeke xurtkirina wekhevîya derfetên, ne ku zimanek ji zimanekî din çêtir were ditin.
12. Vekirina rêgehên di xwendina bilind de ji bo amadekirina mamosta, vekoler û pisporên bi zimanê kurdî û piştgiriya lêgerîna zanistî û berhemana zanînê ji derên akademîk jî.
13. Misogerkirina ku zimanê kurdî nebe materyaleke ezmûnî ya negering, lê pêwîst e di aliyên curbicur ên jiyana dibistanî û fêrkarî de bibe xwedî amadabûneke rastîn.
14. Dayîna garantiyeke qanûnî, xweçî û qanûnsaz ji bo mafên zimanî û fêrkarî yên hemwelatiyên kurd da ku ev maf nebe têkildarî biryarekê îdarî ya ku pêkane û were serrastkirin an betalkirin.
Em piştrast dikin ku danpêdana bi zimanê kurdî gaveke giring e û li ser tê avakirin. Lê danpêdana rastîn ne tenê ew e ku di tabloya waneyên de were rêzkirin, lê karîna xwendekar a bikaranîna wê ya di fêrbûn, derbirîn û berhemana zanînê de ye.
Herweha em piştrast dikin ku tecrîbeya 14 salî ya fêrkirina bi zimanê kurdî û pê re jî komîser hebûna pisporî, minhac û kadroyên fêrkirinê, pêwîst e wekî embareke. perwerdeyî were ditin ku dikare were pêşxistin û di asta neteweyî de sûd jê were girtin, û ne wekî tecrîbeyekê were ditin ku pêwîst e were paşguhkirin. Her weha hebûna bi hezaran mamostayên xwedî pispôriyên curbicur ên di fêrkirina bi zimanê kurdî de xwedî pispôrî ji bo avakirina nimûneyeke fêrkirinê ya gîştîtir ji bo wezarêtê derfeteke rastîn e, li şûna destpêkirina ji sifirê.
Herweha em piştrast dikin ku mafê zimanî mafekî heyî ye û ne sozeke paşxistî ye. Her siyaseteke serrastker pêwîst e li gel nifşên siberojê, xwendekar û şagirdên ku niha li dibistanê ne bigire nav xwe.
Rêzgirtina cihêrengiya zimanî û çandî yekîtiya neteweyî lawaz nake, lê xurttir dike û wekheviya rastîn nayê wataya jiholêrakirina cudabûnê, lêbelê tê wataya misogerkirina mafên hemû hemwelatiyan bê cudahî."
Herweha em piştrast dikin ku mafê zimanî mafekî heyî ye û ne sozeke paşxistî ye. Her siyaseteke serrastker pêwîst e li gel nifşên siberojê, xwendekar û şagirdên ku niha li dibistanê ne bigire nav xwe.
Rêzgirtina cihêrengiya zimanî û çandî yekîtiya neteweyî lawaz nake, lê xurttir dike û wekheviya rastîn nayê wataya jiholêrakirina cudabûnê, lêbelê tê wataya misogerkirina mafên hemû hemwelatiyan bê cudahî."
Gelê Amûdê: “Zimanê me hebûna me ye"

Li bajarê Amûdê jî li dijî biryara hikumeta demkî a Sûriyeyê ya ji bo zimanê Kurdî çalakiyek li dar ket.
Bi sedan xwendekar, mamoste û malbatên xwendekaran bi pankartên “Perweredeya Zimanê Kurdî mafê me yê rewa ye”, “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” û herweke din meşiyan û daxuyaniyek dan.
Meşê ji Meydana Şehîd Cîhad dest pê kiriye û heta Qada Jina Azad berdewam kir. Di meşê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Kî ne em, Kurd in em” hatin berzkirin.

Her weha daxuyanî bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî hatin xwendin.
Li ser navê Însyatîfa gel mamoste Arşêk Baravî bi zimanê Kurdî, li ser navê malbatên xwendekaran endamê Meclîsa Gel a Amûdê Ebdulselam Qafûr bi zimanê Erebî û li ser navê xwendekaran jî Evîn Şêrwan bi zimanê Îngilîzî xwendin.
Di daxuyaniyan de weha hat gotin:
“Piştî ketina rejîma Baasê, hêviya gelê Sûriyeyê bi pêşerojê nû û geş hebû ku tê de mafê hemû gelan parastî be. Bi derketina hin biryaran ji bo gelê Kurd weke biryara 13’an û mafê dana nasnameyê û kêfxweşî li cem gelê Kurd da çêkirin ku êdî serdemeke nû dest pê dike tê de mafê gelan parastî be.
Her wiha bi derketina biryara Wezareta Perwerdeyê berî mehekê ku wê sala xwendine 2026-2027‘an sistema perwerdeyê weke berê derbas bibe, ev yek rehetî li cem sed hezaran xwendekaran çêkir.
Bi rastatina vekirina dibistanan re em matmayî man ku biryareke ji nişkan ve ji hêla Wezareta Perwerdeyê bi hejmar 943/2068‘an derket dibêje 3 demjimêran ziman tenê wê bê xwendin û materyalên wêjeyî sê branş wê li gor materyalên nîştimanî be û bijarte be.
Gelo li ser bingehê çawa biryarek bi vî rengî derket, gelo çarenûsa sed hezaran xwendekaran çawa di ber çavan re nehat derbas kirin?
Ev qonaxa 15 salan e, bi sed hezaran xwendekar ji refa 1’ê ta zanîngehê bi zimanê Kurdî perwerdeya xwe dibînin û li kêleka wê fêrî erebî û îngilîzî jî dibin.
Ji mafê her miletekî ye ku perwerdeyê bi zimanê dayikê bibîne. Zimanê Kurdî yek ji zimanên kevnar û dîrokî ye, zimanekî dewlemend e ku bibe zimanê zanist û wêjeyê. Teqezî li ser vê gotinê ev 15 sal in xwendekar perwerdeyê bi zimanê Kurdî dibînin.
Em ne li dijî tu zimanî ne, lê em napejirînin ku keda 15 salan tune bibe.
Em weke gelê bajarê Amûdê, malbaten xwendekaran û xwendekarên bajarê Amûdê helwest xwe nîşan didin ku ev biryar nayê pejirandin û pêwîste îsal materyalên xwendinê weke sala berê be.
Bang û xwesteka me ev e û em hêvî dikin ku hemû kesên pêwendîdar destwerdanê bikin û vê biryarê biguherînin û bi pêşeroja zarokên me nelîzin.”
Zanîngeha Rojava: Zimanê kurdî nayê sînordarkirin

Zanîngeha Rojava bang li aliyên peywendîdar kir ku biryara ku qada perwerdeya bi zimanê kurdî sînordar dike di ber çavan re derbas bikin û xebatên perwerdeya bi du zimanan (kurdî-erebî) bidin meşandin.
Zanîngeha Rojava-Qamişlo derbare biryarên herî dawî yên ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ve hatine derxistin daxuyanî da û got: "Zanîngeha Rojava tekez dike ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di şaxên cuda yên zanîn û zanistê de mafekî akademîk û mirovî ye û di pîvan û peymanên navneteweyî de hatiye parastin."
Daxuyanî wiha ye:
"Zanîngeha Rojava biryarên herî dawî yên ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ve hatine derxistin, der barê kêmkirina demjimêrên dersên zimanê kurdî ji bo sê dersên heftane, ji nêz ve dişopîne. Di vê çarçoveyê de, zanîngeh bi rêya nirxandina xwe ya akademîk û perwerdeyê tekez dike ku ev rêkar paşveçûnek e ji modêla perwerdeyê ya pejirandî, û gaveke ber bi paş ve ye ku pêşketina berdewam a pergala perwerdeyê ya li herêmê di van salên borî de asteng dike.
Di 12 salên borî de ezmûneke zanistî û meydanî ya giştgir li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûye, ku tê de pergala perwerdeyê ya berfireh hate avakirin û zimanê kurdî wek zimanê sereke yê perwerde û lêkolînê di hemû astên perwerdeyê de hate pejirandin. Bikaranîna zimanê dayikê tenê bi beşên wêjeyî û mirovî re sînordar nema, lê dersdayîna hemû zanistên hûr, bijîşkî û sepandî -wek bîrkariyê, fîzîk, kîmya û endazyariyê- li gorî bernameyên zanistî û pîvanên akademîk ên pêşketî girt nav xwe.
Cudakirn û sînordarkirina zimanê perwerdeyê di sê dersên heftane de û ragirtina wî weke beşeke zimanî ya duyemîn, li dewsa ku bibe bingeha sereke ya dersdayîna mijarên zanistî, encamên neyînî yên perwerdehî û akademîk bi xwe re tîne, weke:Kêmkirina şiyana têgihaştin û analîzkirinê ya xwendekaran bi rêya qutkirina wan ji jîngeha wan a zimanî ku zêdetirî 12 salan e tê de veberhênana zanistî kirine.
- Destberdana ji jêrxane û destkeftiyên akademîk ên ku bi rêya hewldan û çavkaniyên perwerdehiyê di dirêjahiya 12 salên tevahî de hatine avakirin û pêşxistin.
- Piştguhkirina pîvan û peymanên perwerdeyê yên navneteweyî ku tekez dikin ku perwerdeya bi zimanê dayikê faktora sereke ye ji bo misogerkirina kalîteya perwerdeyê û pêkanîna nûjenî û ramana rexneyî.
Ji bo rastkirina rêgeha perwerdeyê, zanîngeh tekez dike ku çareseriya akademîk a çêtirîn ne di sînordarkirina zimanekî li ser hesabê zimanekî din de ye, lê di îmkana pejirandina modêla perwerdeya duzimanî de ye. Ev modêleke zanistî û di asteke cîhanî de sepandî ye. Derfetê dide dersdayîna zanist û mijarên sereke bi her du zimanên kurdî û erebî mil bi mil, bi awayekî ku parastina mafên zimanî û çandî yên xwendekaran misoger dike, ast û şiyana wan a zanistî û ragihandinê bilind dike, her wiha pireke yekbûna akademîk û neteweyî ava dike li dewsa polîtîkayên dûrxistin û kêmkirinê.
Zanîngeha Rojava tekez dike ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di şaxên cuda yên zanîn û zanistê de mafekî akademîk û mirovî ye û di pîvan û peymanên navneteweyî de hatiye parastin, û amûreke sereke ye ji bo misogerkirina aramiya proseya perwerdeyê û pêşxistina lêkolîna zanistî. Her wiha ji bo avakirina pergaleke perwerdeyê ya giştgir û domdar pêdivî bi xurtkirina pirzimanî û pejirandina bernameyên perwerdeyê yên giştgir heye, li dewsa sepandina polîtîkayên sînordarkirin û kêmkirinê.
Li ser vê bingehê, Zanîngeha Rojava bang li aliyên peywendîdar dike ku biryara navborî ya ku qada perwerdeya bi zimanê kurdî sînordar dike di ber çavan re derbas bikin, û ji bo parastina astên akademîk û bernameyên zanistî yên giştgir ên ku di dirêjahiya 12 salên borî de bi zimanê kurdî hatine xwendin û pêşxistina wan de bixebitin -tevî vekirina rêyê ji bo pêşxistina modêlên perwerdeya duzimanî yên domdar- da ku paşeroja nifşên xwendekaran misoger bibe û kalîteya pergala perwerdeyê biparêze."

(AY)
Fotograf û Çavkanî: Ajansa Nûçeyan a Hawarê(ANHA)