Fotograf: MA
Komîteya Karûbarên Hundir a Rêveberiya Xweser, li tevahiya Rojavayê derketina derve ji bo 7 rojan deqexe kiriye. Ev biryar piştî ku DAIŞê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2022yan de êrîşî Girtîgeha Xuwêranê ango Sînaayê kir û ji wê rojê de ye li bajarê Hesekê şer û pevçîn di navbera DAIŞyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dewam dike, hate dayîn.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh aşkere kiribû ku ji ber rewşa pevûnan wan biryar daye ku heta 7 rojan derketina derve qedexe be.
Rêveberiyê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û wiha gotiye:
“Em weke Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî ya hundirîn û derve ya heya hefteyekê li ser bajarê Hesekê radigihînin. Qedexe ji 24ê Çile dest pê dike heya 31ê Çile. Qedexe giştî ye, tenê saziyên xizmetguzariyê yên wekî (Firne, aş, navendên tenduristiyê, sotemenî û şaredarî) ku xwezaya karên wan cuda ye, wê bixebitin. Her wiha li sazî û bajarên din jî qedexeya beşî ye û ji saet 06:00ê êvarê dest pê dike heya 06:00`ê sibehê.”
Di dema qedexeyê de tevgera çûn û hatina di navbera bajaran dê jî qedexe bûye. Rêveberiyê ji welatiyan daxwaz kiriye ku li gorî van biryaran tevbigerin da ku hêzên wan bikaribin bi erka xwe ya parastina ewlehî û istîqrara herêmê ve rabin.
HSD: Heta niha 175 DAIŞî hatine kuştin
Navenda ragihandina HSDyê radigihîne duh daxuyaniyek weşandiye û diyar kiriye ku 175 DAIŞî hatine kuştin, her wiha 27 şervanên wan ji ber êrîşan mirine.
Di operasyonên hêzên ewlehiyê de, bêhtirî 250 çekdarên girtî jî ku hewila revê dikirin li taxan hatine desteserkirin.
“Di 3 rojên dawîn ên êrişa birêxistinkirî ya çeteyên DAIŞê ya li dijî girtîgeha Xiwêranê de, astengiya herî mezin li pêşiya hêzên me derket, zarokên Eşbal El-Xîlafe ne ku çeteyên DAIŞê ew zarok wek mertal bi kar tînin. Hejmara wan zarokan 700 e. Di hicreyên cuda de bûn da ku ji nû ve werin perwerdekirin.
"Em bang li NY û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî dikin ku mudaxele bikin da zarok di êrişên DAIŞê de neyên bikaranîn û wan radestî hêzên ewlehiyê bikin.”
HSDyê her weha diyar kiriye ku li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞyê li Hesekê, Reqa û Dêrazorê bi 10 hezar şervanan dest bi operasyoneke mezin a paqijkirinê kiriye.
Derar: “Ji bo vê êrîşê pêdivî bi piştevaniyeke mezin heye”
Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axiviye û gotiye ku “Bêyî planeke hevkar û amadekiriyan ne pêkan e êrîşeke wiha pêk were.”
Derarî di dewama axavtina xwe de diyar kiriye ku “ji bo serxistina vê êrişê, pêdivî bi piştevaniyeke mezin a gelek aliyan ve heye:
"Me ev amadekarî di demên borî de dîtin ku qala hewldanên teqandina erebeyan nêzî girtîgehê û derbasbûna girtîgehê dihat kirin, lê ew şane hatin girtin û çekên ku ji bo derbaskirina li girtîgehê kom kiribûn, hatin girtin. Di encamê de ev plan berî du rojan pêk hat. Teqîn çêkirin, derbasî girtîgehê bûn û çek derbas kirin. Pirsa me di vir de ew e, çawa di navbera hundir û derve de koordîneyeke wisa çêbû. Tevgera nû ya DAIŞyê û ji nû ve çalakbûna wê li Iraq û Sûriyê bûyereke ku bê sedem pêk nehatin. Rêxistinên ku berê Iraq kontrol dikirin ên ku ziyan dîtine, dixwazin DAIŞyê sor bikin da ku rola xwe ya mîna berê vegerînin ku bi navê şerê li dijî DAIŞyê bûbû xwedî heyet. Ji bê vê yekê ev alî di şiyarkirina van hovan de vegerandina hegemonyaya xwe li Iraqê dibînin ku yek ji armancên wan e."
Pentagonê piştgiriya hewayî daye HSDyê
Pentagonê di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku koalisyona bi serkêşîya DYAyê ji bo piştgirîya HSDyê êrîşên esmanî li devera şer pêk anî.
Li gor rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirov (HRW), li dora 12 hezar çekdarên DAIŞyê li cem HSDyê girtî ne ku di navbera 2 hezar û 4 hezarî de ji wan nêzîkî 50 welatên biyanî ne.
Çi bûbû?
Di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2022an de, zêdetirî 100 çekdarên DAIŞyê bi ser Girtîgeha Xuwêranê ya bajarê Hesekê girtibûn û ji wê demê ve şer û pevçûn di navbera wan û hêzên HSDyê de berdewam e. Çekdaran bi sedan dîlên DAIŞî azad kirine. Piştî operasyona HSDyê nêzîkî 200 ji wan hatine girtin.
Ji wê rojê û vir ve şer û pevçûn li girtîgeha Hesekê û derdora wê berdewam dikin û şervanê HSDyê taxa Xuwêran derdora wê bi temamî dorpêç kirine û hewl didin rewşê kontrol bikin.
HSDyê di daxuyaniya xwe ya duh de behsa hin detayên êrîşê jî kiriye: "Li gor îtirafên hinek çeteyên êrişkar ên hatine girtin, tê gotin ku di van êrişan de herî kêm 200 çeteyên xwekûj cih girtine û hinek ji van çeteyan ji Serêkaniyê û Til Ebyadê û hinek ji wan jî ji milê Iraqê hatine û van çeteyan xwe di Taxa Xwêran de bi cih kiriye. Piştî amadekariyên 6 mehan, di roja 20ê Kanûnê de, saet derdora 19:30an, bi seyareyên bombebarkirî êrişa li ser girtîgehê pêk anîn. Bi êrişan ve çeteyên di girtîgehê de jî êrişê karmendên girtîgehê yên wekî tendûristî, xwarinpêj û ewlekariyê kirine û hewl dane birevin. Di derbarê aqûbeta van karmendên me de hîn jî agahiyên zelal nehatine bi dest xistin. Hewildana çeteyan ya revê piranî bê encam hat hiştin, lê belê hinek çeteyan karîbûn ku xwe bigihînin bînayeta Faqûlteya Îqtîsatê ya li kêlaka girtîgehê. Lê belê hêzên me derdora girtîgehê û herêmê xistin bin kontrolê. Lê esas şerê dijwar bi şaneyên ku ji derve de êriş dikirin pêk hat. Him li taxa Xwêran a Şerqî him li taxa Heyî Zuxûr û him jî li qada Panaroma pevçûnê dijwar qewimîn û heta niha piraniya van şaneyên êrişkar hatine tasfiye kirin. Cardin li Taxa Xwêran hin sitargehên wan yên veşartî û çekên giran yên wekî doçka jî hatine bidestxistin." (FD)
*Çavkanî: ANHA, dengeamerîka, MA